Saziya kaşokê ya Ebaxê navnîşana hezkriyên kaşokê ye

Di demsala zivistanê de, berf, li gel serma û astengiyan peyda dike, derfetên kêf û şahiyê jî bi xwe re peyda dike. Kaşoka li ser berfê jî nimûneya serekî ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Di demsala zivistanê de, berf, li gel serma û astengiyan peyda dike, derfetên kêf û şahiyê jî bi xwe re peyda dike. Kaşoka li ser berfê jî nimûneya serekî ye. Wan û Serhed jî heremeke ku hem ji zehmetiyan û hem jî derfetên kêf û şahiyê yên berfê lê peyda ye. Ebax’a navçeya Wanê ku her sal xala li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê pleya herî sar ya salane lê tê pîvandine û saziya kaşokê ku  2 sal e lê vebûye jî baldariyeke baş dibîne.

Dawiya heftê ye, pleya germahiyê, di bin sifirê de -15 derece ye, lê di demsala zivistanê de, ciyê geşt û şahiyê jî ku saziyeke wiha hebe, kaşok e. Hin ji welatiyan, ev 2 sal e, êdî bi hatina vê saziyê fêrî kaşokê bûne. Hin ji wan jî nû tên û fêr dibin. Lê ev Saziya Kaşokê ya Ebaxê bi taybet dawiyên hefteya bi werzişa kaşokê û ji bo dem derbas kirine wek navnîşanekiye.

Li ciyê Kaşokê, bi taybet yên ku nû destpê dikin, carina qezayan dikin, bi ketin û raketinê hewldanên wan hêjayî pîroziyê ye. Welatiyên ku bi malbat û hevalên xwe re hatine balê dikşînin ku ji ber erda saziyê zêde xwar nîne, ji bo fêr bûnê jî guncav e.

Saziya kaşokê ya Ebaxê ji aliyê qaymeqamî û şaredariya Ebaxê ve 2 sal berê ketiye xizmetê. Welatî dikarin li saziyê hemû aletên kaşokê kirê bikin û bi hemahengiya mamosteyan jî fêrî kaşokê bibin. Ev çayxane jî ji bo bêhnvedan û yên ku kaşôk nakin lê dema xwe derbikin e.