Çanda bêrîvaniyê li Serhedê

Li navçe û gundên Wanê jî ew çand, bi awayekî berbiçav xuya ye. Piştî ku kerî tên çêrandin û siya rojê dadikeve, êdî bêrîvan jî ji bo dotina pez û miyan berbi gelî û newalên ku kerî lê tên civandin diçin da ku erhemê wê rojê rakin.
kurdistan24.net

 

K24 – Serhed

Dema ku behsa herema Serhedê bibe, xwedîkirina pez û miyan û bêrîvanî jî pêkve çandekiye. Li navçe û gundên Wanê jî ew çand, bi awayekî berbiçav xuya ye. Piştî ku kerî tên çêrandin û siya rojê dadikeve, êdî bêrîvan jî ji bo dotina pez û miyan berbi gelî û newalên ku kerî lê tên civandin diçin da ku erhemê wê rojê rakin.

Em dema ji Miksa serbi Wanê ve, berbi bajêr tên li qeraxên rê bi dehan keriyên wiha hene ku di van demjimêrên ku êdî siya rojê dadikeve de, li ser avan hatine civandin û ya bêrivanî destpê kiriye, yan jî li ser destpêkirinê ye. Em jî daxilî dotin ango bêrîvaniya vî keriya dibin û him ji bêrîvaniyê him jî dengbêjiyê nimûneyan werdigrin.

Çetîn Kaplan, ji zarokatiya xwe ve, vê çanda ku ji bapîrên wî hatiye didomîne û ji xwe re ciyekî  wiha çêkiriye ku keriyê nedotî ji bo bêrîvana bide rawestandin. Kaplan tîne ziman ku ji ber zozan qedexene û baran hindik bariyaye çêre kêm e, lê ew jî bes vî karî dizanin û dikin.

Cotkar û Xwediyê Kerî Çetîn Kaplan ji K24ê re got: "Îsal rewşa berhemdayîna pez baş nîne, sal hikesalî derbasbû, loma jî rewş nebaşe. Hezar 400 pez e, tene teqrîben 100 lître şîr jê der tê."

Şîvan û cotkar tînin ziman ku li gundê wan teqrîben 15 hezar serî pez û mî hene, loma jî pêdiviya wan bi çêreyên baş û zêde heye û daxwaz dikin ku rewş lezgintir aram bibe.

Kudret Kaplan jî yek ji bêrîvana ye û tîne ziman ku ew jî kare xwe hest dikin, loma jî zehmetiyên kare xwe gazincan nakin.

Bêrîvan Kudret Kaplan dibêje jî: "Bi rastî zehmetiya wî jî, kara wî jî heye, em zehmetî dikşînin lê kîloya penêr jî didin bi 23-25'an, kîloya şîr jî 6-7 lire ye, yanî duhatiyeke baş e."

Li Serhedê çanda bêrîvanî didome, lê rewşa aloz li ser berhemdayîna ajalan jî bandor dike. Şivan û bêrîvan, nêzîkî ku bêrîvanî xilas dibe bi sitranekî lihev dubarekirinê me rêwî dikin.