Kevokên peyaman hezar k.m difirin, lê rêya xwe qet şaş nakin

Ne firoke ne, lê belê weke balafiran piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj, qet rêya xwe şaş nakin û dikarin vegerin hêlîna xwe. Li Stenbolê, kevokên ku berê bi mebesta ragihandinê dihatin bikaranîn, di roja îroyîn de ne wek ragihandinê, ji bo pêşbaziyê tên bikaranîn. Hin kevokên serkeftî hene ku bi sed hezaran dolarê tên firotin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Ne firoke ne, lê belê weke balafiran piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj, qet rêya xwe şaş nakin û dikarin vegerin hêlîna xwe. Li Stenbolê, kevokên ku berê bi mebesta ragihandinê dihatin bikaranîn, di roja îroyîn de ne wek ragihandinê, ji bo pêşbaziyê tên bikaranîn. Hin kevokên serkeftî hene ku bi sed hezaran dolarê tên firotin.

Kevokên ku di zemanê berê de wek ragihandina peyaman dihate bikaranîn, di roja îroyîn de bi mebesta pêşbaziyê tên perwerdekirin. Bi vê mebestê weke li gelek welatên Ewropayê, li Tirkiyê jî li Stenbolê, du endamên komeleyên mezin ên kevokan ku nêzî yek hezar kevok xwedî dikin ji bo pêşbaziyê, heftê carekî kevokên xwe li vêderê kom dikin piştî kontrolkirinê li qemyonan bar dikin. Herî dawî weke cihê destpêka pêşbaziyê, li bajarê Îzmîtê kevokan difirînin û heta bajarê Erziromê yê Bakurê Kurdistanê yanê nêzî hezar kevok, bi dirêjehiyeke hezar û 150 kîlometre dikevin pêşbaziyê.

Endamê Komeleya Hezkiriyên Kevokê ya Bogazîçiya Gazîsozmanpaşa Erdal Gursoy dibêje: “Ez ji sala 1996'an vir de xweytiya kevokên peyam ragihandinê dikim. Em li vir chipek, li piyê kevokan ve dizeliqînin. Dûv re bi makîneya destê xwe û bi rêya chîpê kevok li kuderê ye, çi wext dê vegere em dikarin bişopînin. Kevokek ku ji Îzmîtê heta Sêwazê yanê hezar kîlometre bifire piştî 10 saetê din vedigere hêlîna xwe.”

Taybetmendiya herî mezin a van kevokan ew e ku piştî rêwitiya bi hezar kîlometreyan qed rêya xwe şaş nakin û dikarin vegerin hêlîna xwe.

Serokê Komeleya Hezkiriyên Kevoka Peyam Ragihandinê ya Ewropayê Gunerî Guner jî dibêje: “Gelek kes dipirsin çawa hêlîna xwe dibînin. Bi rastî li ser vê lêkolîneke baş nehatiye kirin. Lê li gor texmînan, bi tîrêjên rojê hêlîna xwe dibînin ji ber vê heta ku roj hilneyê kevok nayê firandin weke din tê gotin, bi frekans û bi qadên manyetîk an jî bi bîhna xwe rêya hêlîna xwe dibînin.”

Xwediyên kevokan herî zêde ji kesên nêçîriyê dikin dilgiran in. Hezkiriyê Kevokan Kenan Oz got: “Hin kevokên me mixabin dema pêşbaziyê ji aliyê nêçîrvanan ve tên kuştin. Nêçîrvanek kevokekî min jî birîndar kir û kevokê min tevî bi halê xwe yê birîndar bi sedan kîlometre firiya û hat hêlîna xwe. Ev karekî dermirovahî ye. Daxwaza me ew e ku kevok neyên kuştin.”

Gelek hezkiriyên van kevokan jî heye. Car carna kevokên ku di pêşbaziyê de bi ser dikevin tên firotin. Heta niha kevoka herî giranbiha li Çînê bi 400 hezar dolarê hatiye