“Em ji Qamişlo hez dikin” Festîvalek çandî û civakî

Ji bo vejînkirina jiyaneke hevbeş û aştyane, fistivala bi navê “Em ji Qamişlo hez dikin” ji aliyê hejmarek rêxistin û saziyên civaka sivîl ve li bajarê Qamişlo hate li darxistin. Rêxistinên beşdar ji hemû pêkhatên bajarê Qamişlo ne û armanca wan bajarê Qamişlo wek bajarê evînê bi xelkê bidine nasîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo vejînkirina jiyaneke hevbeş û aştyane, fistivala bi navê “Em ji Qamişlo hez dikin” ji aliyê hejmarek rêxistin û saziyên civaka sivîl ve li bajarê Qamişlo hate li darxistin. Rêxistinên beşdar ji hemû pêkhatên bajarê Qamişlo ne û armanca wan bajarê Qamişlo wek bajarê evînê bi xelkê bidine nasîn.

Di bin diruşma “Em ji Qamişlo hez dikin”de rêxistina Doz bi alîkariya hejmarek ji sazî û komele û rêxistinên xêrxwaziyê û yên civaka sivîl, bi armanca belavkirina çanda jiyana hevbeş festivaleke çandî û civakî li bajarê Qamişlo lidar xist. Di festivalê de gelek çalakiyên curbecur hatine pêşkêş kirin û li gorî komîta amadekar,bêtirê çalakiyên wan nifşê ciwanan armanc dike.

Li gorî komîta amadekar, amadekariyên festivalê ji heyama zêdeyî 2 mehan ve dest pê kiriye, di destpêkê de jî hejmarek ciwanên deverê bi hin çalakiyan rabûn, wek seredana hin deverên dîrokî û kevnar kirin, herweha kampîneke paqijkirina cade û gulîstanên bajêr jî bi rê ve birin.