Berfê dibistanên 5 bajarên Bakurê Kurdistanê girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji ber rewşa awarte ya hewayê û barîna berfê dibistanên 5 bajarên Bakurê Kurdistanê hatin girtin û betlane hat dayîn.
Li bakurê Kurdistanê rewşa awarte ya hewayê jiyana welatiyan asteng dike. Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê berfeke zêde barî û li 5 bajarên wekî Sêwas, Semsûr, Çewlik, Meletî û Dêrsimê ji perwerdehiyê re heta rojekê navber hate dayîn.
Herwiha berfê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê jî riya sedan gundan girtiye.
S. B