Li Diyarbekirê dilsojiya jineke 200 kîloyî

Li Diyarbekirê, jineke bi nexweşîna qelewbûnê ketiye. Jina ku ji 200 kîloyan zêdetir e, dibêje; ev 8 meh in ku min nekariye derkevin derve. Jina ku kîloyên wê roj bi roj zêdetir dibin, dixwaze were dermankirin û wekî her dayîkê xizmeta mal û eyalê xwe bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, jineke bi nexweşîna qelewbûnê ketiye.  Jina ku ji 200 kîloyan zêdetir e, dibêje; ev 8 meh in ku min nekariye derkevin derve. Jina ku kîloyên wê roj bi roj zêdetir dibin, dixwaze were dermankirin û wekî her dayîkê xizmeta mal û eyalê xwe bike.

Navê vê xanimê Nebahet Ateş e. Dayîka 7 zarokan e. Beriya 6 salan bi nexweşîna qelewbûnê ketiye.  Ne dikare rabe ser piyan, ne jî dikare xwe dirêj bike. Bi alikariya hevjîn û zarokên xwe pêdiviyên xwe yên rojane dabîn dike.

Nebahet Ateş li ser neweşiya ji K24ê re axivî û got: “Min 10-12 salan qeşaşîr çêdikir û zarokên min difirotin. Dûre di pişta min de fitiq çêbû. Du re kîloyên min her zêde dibûn, lingên min diwerimîn. Ev 3 sal in ku qet nikarim tevbigerim.”

Malbata Ateş, di xaniyeke 2 jûr de dijîn. Li gorî ragihandina Nebahet Ateş li Diyarbekirê nikare bê dermankirin û divê biçe Stenbolê. Ateş dibêje; bi emelîyatan dikare derman bibe lê derfetên wan ji bo dermankirinê tunene.

Herwiha Nebahet Ateş dibêje: “Ez dixwazim alîkariya min bê kirin. Ji bo xatirê Xwedê bila alîkariya min bikin. Ez alîkariyê dixwazim, ji bo xatirê Xwedê û Pêxember bila min ji vî halî xilas bikin.”

Weysî Ateşê hevjînê Nebahet Xanimê dibêje; 2 zarokên wî yên din jî astengdar in. Ew her tim li malê ye û xizmeta xanim û zarokên xwe dike. Malbata Ateş, bi mûçeya Nebahet Xanim û zarokên astengdar debara xwe dikin.

Hevjînê Nebahat Ateş Weysî Ateş jî dibêje:“Pir zehmet e. Bifikirin ku nexweşek di mala mirov de be û nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne, nekaribe derkeve derve, ser û cilên xwe bişo… Ka ma ji vê yekê zehmetir tiştek tune ye.”

Malbata Ateş niha çaverê ye ku alîkariya wan were kirin û dayîka zarokan Nebahet Xanim bê dermankirin da ku wekî berê di nav sihetê de jiyana xwe bidomîne.