Rewşa şer zirar gehandiye turîzma Bakurê Kurdistanê

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Şer û pevçûnan zerar gehand turîzma Bakurê Kurdistanê jî. Êrîşa ser Navenda Kaşê ya Bayraktepeya Sarikamişa Qersê ku di turîzma zivistanê de wek Îsvîçreya Rojhilat tê naskirin, bû sedema ku bihayê 1 milyon Euro zerar bigihe wê navçeyê.

Navenda ku bi daristanên Sariçam û berfa wek krîstalê navdar e, 13 Îlonê ket ber êrîşekê û sîstema telefrîk û kafeteryaya sere çiyê hat şewitandin.

Li gor Serokê Komeleya Geştyarî ya Sarikamiş Mîr Hesen Taş, vê êrîşê 1 milyon Euro zerar gehandiye qezayê û gelek cihên turîstîk jî wêran bûne.

Bi baweriya Serokê Komeleya Otêl û Xawringehên Qersê Halît Ozer jî, çalakî û bûyerên vê dawiyê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî, derbeyeke mezin bi taybetî li turîzma zivistanê û qezaya Sarikamişê daye.

Zêdeyî mehekê dibe ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê şerê di navbera PKKê û artêşa Tirk de dest pê kiriye û heta niha ji her du aliyan gelek kes hatine kuştin û bi sedan welatî ji bajar yan navçeyên xwe koçberî bajarên din ên aram bûne.