Diktorekî Kurd di dîroka nojdariyê de katetereke nû hilberand

Profesor Diktor Abdurrahman Onenê ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye, di dîroka nojdariyê de kateterekî ku heta niha tu kes kişf nekiriye piştî xebatên 20 salî hilberand. Bi vê kateterê nû yê Diktorê Kurd, ji bo nexweşan neştergeriyeke din dê neyê kirin.

 

K24 – Stenbol

Profesor Diktor Abdurrahman Onenê ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye, di dîroka nojdariyê de kateterekî ku heta niha tu kes kişf nekiriye piştî xebatên 20 salî hilberand. Bi vê kateterê nû yê Diktorê Kurd, ji bo nexweşan neştergeriyeke din dê neyê kirin.

Diktor Abdruhman Onenê Kurd di dîroka nojdariyê de kateterekê nû kişf kir û navê xwe li vê xebata xwe ya yekem kir. Bi saya vê xebatê êdî nexweşên gurçikê ku gelek caran dubare ameliyet dibin dê neştergeriyeke din bo wan pêwîst neke.

Pisporê Urolojiyê Zarokan Prof. Dr. Abdurrahman Onen ji K24ê re wiha axivî: “Piştî neştergeriya gurçikê, me bi salên dûr û dirêj, gelek kateter bi kar dianî. Ji bo derxistina sondayê careke din neştergerî dihate kirin. Ev, ji bo nexweşan rewşeke metirsîdar bû. Ji bo ku li ser nexweşan, di carekê de hemû karên nojdarî were xilaskirin me ev kateter hilberand. Bi vî awayî xetereyên neştergeriya duduyan jî ji holê radibin û malbat jî wek maddî nakevin tengasiyê.”

Diktor Onen, ji bo peydekirina kateterê nû 20 sal xebitiye, dibêje jî: “Ev kateter hem ji bo zarokan, hem ji bo mezinan dema neştergeriyên gurçikê yên vekirî û girtî, weke din gava derxistina kevirên gurçikê jî tê bikaranîn.”

Onenê ji berî 50 salî li gundekî ji Dêrika Çiyayê Mazî di şert û mercên dijwar de dest bi xwendinê kiriye û niha li gelek welatên biyanî li ser nojdariyê dersê dide.

Dr. Abdurrahman Onen derbarê xwendina li gundê xwe de dibêje:“ Li gundekî ji Dêrika Mêrdînê ji dayik bûm. Ji ber ku li gundê me dibistan tunebû, ez diçûm dibistana gundê din û ji bo vê jî her roj 4 kîlometre rê dimeşiyam. Tevî hemû şertên dijwar, min dev ji xwendinê berneda. Ji gundekî biçûk di bin mercên giran de ez gihiştime vê astê her çi be jî divê mirov xîretkêş be da ku bi ser bikeve.”

Diktorê Kurd di heman demê de yek pisporê urolojî ya zarokan e ku li Tirkiyê di vî warî de bi tenê 8 bijîşk hene. Ji niha ve kateterê Onen, li dinyayê ji bo bi hezaran mirov tê bikaranîn.