4 zarokê Rojavayê Kurdistanê xeniqîn

4 Zarokên ji yek malbatê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê de xeniqîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

4 Zarokên ji yek malbatê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê de xeniqîn.

Duh, malbateke ji Rojavayê Kurdistanê ku dixwest ji Başûr derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, 4 zarokên wê malbatê di ava Mawan di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de xeniqîn.

Termê zarokekê di wê avê de hîn wenda ye û termê her sê zarokên din jî ji bo nexweşxaneyeke Şemzînana Bakurê Kurdistnaê hatine veguhastin.

Ev malbata ku 4 zarokên wê canên ji dest dane, ji bajarokê Derbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ne.

Beriya niha jî bi dehan kes ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi mebesta çûna Tirkiyê di navbera sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê de rastî bûyerên vî rengî bûne.