Ji bo kêmendaman jiyaneke bê asteng

Di çarçoveya 3 Beçeleyê de ku wekî Roja Kêmendaman ya Cîhanî tê zanîn, li Stenbolê fuareke girîng hat lidarxistin. Di fuarê de amûrên ku ji bo jiyana wan asantir bike hatine hilberîn, derketin pêşberî kêmendaman.
kurdistan24.net

K24 – Stanbol

Di çarçoveya 3 Beçeleyê de ku wekî Roja Kêmendaman ya Cîhanî tê zanîn, li Stenbolê fuareke girîng hat lidarxistin. Di fuarê de amûrên ku ji bo jiyana wan asantir bike hatine hilberîn, derketin pêşberî kêmendaman. 

Ew mirovên kêmendam in ku li jiyanê di hemû qadan de rastî zehmetîyan cûda tên.  Li gor raporta Rêkxistina Tendiristiyê ya Cîhanî (WHO) li cîhanê hejmara wan ji milyareke zêdetir e. 3ê Berfanbarê roja wan e. Di Roja Kêmendaman ya Cîhanî de ku di sala 1992an de ji aliyê Netewên Yekbuyî ve hatiye destnîşankirin; li gelek deverên cîhanê çalakiyên cûda tên lidarxistin. Û bi van çalakiyan tê xwestin ku, asteng û zehmetiyên li pêşiya kêmendaman ji aliyê mirovan ve bêtir were hest kirin û zanîn.  

Li ser navê girîngiya vê rojê li Stenbolê fuareke taybet hat lidarxistin. Navê wê fuarê "Ji bo Kêmendaman Jiyaneke bê Asteng e."

Berpirsa Fuarê Ceyda Sayginer ji K24ê anî ziman: “Ev 6 sal in ev fuar tê lidarxistin. Fuareke navneteweyî ye. Di vê fûarê de ji bo jiyana kêmendaman bê asan kirin amûrên nû yên teknolojîk hene. Ji bo jiyana wan ya bi zehmet hinekî were asankirin ev amûr hatin çêkirin.”

Berhemên herî balkêş yên vê fuarê, bê guman amûrên ji bo kêmendamên ortopedîk hatî hilberandin bûn.

Rêvebirê kompaniya beşdar Bakî Ak ji K24ê derbarê vê pirsê de got: “Ji bo kêmendaman amûrên herî serdest amûrên ku bi akûyê dixebitin û sendeliyên bi teker in. Lê di gel van amûran dîsa jî bi giştî  pêdiviya kêmendaman bi alîkariyê çêdibe. Bi van amûrên nû hatine hilberîn, rêjeya pêdivîya alîkariyê gihiştiye asta herî jêr. Ev amûr hem gelekî bi konfor in û hem jî bi bişkokekê mirov dikare wan bigre û veke.”

Kêmendamên ku bi eleqeyeke mezin beşdarî di fuarê de kirin, ji amûrên nû yên teknolojîk gelekî dilşadbûn.

Kêmendamê bi navê Brahîm Bakaç ji K24ê re qxivî û got: “Fuar gelekî baş xuya dike. Gelekî hêjaye, ji bo kêmendaman tiştên bi vî rengî bê ne kirin. Dema fuarên wisa tên lidarxistin em gelekî pê şa dibin.”

Di gel ku kêmendamên beşdarî vê fuarê bûne, ji fuarê dilşad bin jî, li aliyekê jî li bendêne ku şaredarî ji bo jiyana wan birêkûpêktir bikin gavên mezintir bavêjin.

Kêmendam Ersîn Donmez jî got: “Em kêmendam da ku sendeliyên xwe şarj bikin dixwazin li her deverê amûrên şarjkirinê werin diristkirin. Lê şaredariyên me zêde guhê xwe nadin vê yekê. Daxwazên me ev in; hêvî dikim ev daxwaz bi cî werin.”

Mixabin herçiqas teknolojî ji bo jiyana wan asantir û aramtir bike gavên girîng bavê je jî; wusa diyare ku wekî civak em, saziyên dewletê û kesên eleqedar bi heman lez û xebatê tevnagerin. Tekane armanca wan ew e ku di zûtirîn dem de ev astengên li pêş wan ji holê werin rakirin.