Qamişlo.. Malbateke Ermenî ji 400 salî ve cerikan çê dike

Malbateke Ermenî ji 400 salî ve di çêkirina cerikan de kar dike, ji nêzî 40 salî ve kargehek li bajarê Qamişlo ava kiriye.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Malbateke Ermenî ji 400 salî ve di çêkirina cerikan de kar dike, ji nêzî 40 salî ve kargehek li bajarê Qamişlo ava kiriye û ta niha karê vê kargehê berdewam e. Mîsak yê ku bi navê Bavê Anto tê naskirin, kesekî Ermenî ye, ji nêzî 40 salî ve li bajarê Qamişlo ava kiriye û di kargehê de gelek cûreyên qermîd û kûzan çê dike .