Çareseriyek nû ji bo nexweşiya penceşêrê tê ceribandin

Lêkolînên pizîşkî ji bo çarekirina nexweşiya penceşêrê ji dema vedîtina wê nexweşiyê ve berdewam in, piraniya caran jî hêviya vedîtina dermanekî ji bo çarekirina yekcarî ji wê nexweşiyê re kêm bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Lêkolînên pizîşkî ji bo çarekirina nexweşiya penceşêrê ji dema vedîtina wê nexweşiyê ve berdewam in, piraniya caran jî hêviya vedîtina dermanekî ji bo çarekirina yekcarî ji wê nexweşiyê re kêm bûn.

Niha pisporên Birîtanî, kar li ser virusekî dikin, ku destkariya zikmakî li ser hatiye kirin û dixwazin wî virusî pêş bixin, daku bi riya wî şaneyên penceşêrê bikujin.

Awaya Virotherapy anku çareseriya bi virusan dihêle ku virus êrîşî şaneyên penceşêrê bikin û wan jinav bibin.

Ev çareserî şaneyên xirab ên veşartî dike armanc, ku bi navê şaneyên Carcinoma tên naskirin û di şanên poser de dirust dibin.

Berî niha dermanên dihatin çêkirin, tenê xwe digihandin şaneyên penceşêrê û ti bandor li wan nedikirin, lê ev dermanê nû hatiye vedîtin, êrîşî du corên virusên penceşêrê dike û wan jinav dibe, ev yek asoyên hêviyê ji bo çarekirina gellek nexweşan vedike.

N.O