Welatî ji bendavên li ser çemê Mûnzurê nîgeran in

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi mebesta ewlehiyê li ser çem û newalan bendav têne çêkirin. Lê ev bendav bandoreke negatîf li xweza û şûnwarên dîrokî dikin.

Pinar Keskîn / K24 – Dêrsim     

Li gelek bajarên Bakurê  Kurdistanê bi mebesta ewlehiyê  li ser çem û newalan bendav têne çêkirin. Lê ev bendav  bandoreke negatîf li  xweza û şûnwarên dîrokî dikin. Yek ji wan bajaran jî ku bendav lê tên çêkirin Dêrsim e.

Li Dêrsimê ligel biryara Dadgeha Bilind ya ji bo rawestandina çêkirina bendavên li ser çemê Minzûrê  Wezareta Avadankirin û Jîngehê biryara çêkirina du bendavan da. Gelê herêmê  naxwaze ev bandav bêne çêkirin ji ber ku li wê deverabendav lê tên çêkirin, gelek nebatên endemîk yên cur be cur  hene û ev yek jiyana xelkê deverê dixe metirsiyê.

Endamê Komisyona Yekitiya Baroyên Tirkiyê û Hiqûqa Bajaran û Jîngehê,  Parêzer Bariş Yıldirim diyar kir ku Wezareta Avadankirin û Jîngehê bi riyên neyasayî biryara çêkirina wan bendavan daye.

Parêzer Bariş Yildirim wiha axifî: "Ji îro şûn de armanca me ew e ku em li ber wan planên master rabin. Mijareke din jî ew e ku em hemû şaredarên navendan û bajarokan û encumena bajêr bighînin hev û geliyê Mûnzurê wek warekî parastî bê ragihandin."

Pîrê Elewiyan Nesîmî Genlîk jî ragihand ku dema ev bendav bên çêkirin dê hemû deverên wan yên pîroz di bin avê de bimînin û got: “Dema tu avê di ciyekî de asê bikî, dê av riya xwe şaş bike. Av dê hem xwe hem jî me winda bike. Li ber çemê Mûnzurê goristanên me hene, dema pêşî li çem bê girtin, goristanên me dê di bin avê de bimînin.”

Aktivîstê Xwezaparêz Haydar Çetînkaya jî amaje bi wê yekê kir ku  çendîn sal e ew têdikoşe daku li ser çemê Mûnzurê bendav neyên çêkirin: "Em dixwazin li ser çemê Mûnzurê bendavan çêkin. Heta niha gelê Dêrsimê nehiştiye ku ev bendav bêne çêkirin. Çi li Dêrsimê çi jî li gelek bajarên din çalakiyên protestoyî hatine kirin. Gelê me dê li ber xwe bide."

Herwiha ev deverên ku hikumet dixwaze bendavan lê çêke ji aliyê çendîn corên ajalan ve gelekî dewlemend in û welatî amaje bi wê yekê dikin ku eger bendav bên çêkirin dê ev ajal wî bajarî biterikînin. Wekî din dê gelek şûnwarên dîrokî jî di bin avê de bimînin.