Nexweşiya penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê zêde dibe

Rêjeya nexweşiya penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê zêde dibe. Li gorî pizîşkên pispor, nepaqijiya jîngehê sedema sereke ye ji vê nexweşiyê re ku piraniya kesên nexweş ji deverên ku parzûnên petrolê lê hene.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Rêjeya nexweşiya penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê zêde dibe. Li gorî pizîşkên pispor, nepaqijiya jîngehê sedema sereke ye ji vê nexweşiyê re ku piraniya kesên nexweş ji deverên ku parzûnên petrolê lê hene. 

Di salên dawî de li Rojavê Kurdistanê rêjeya nexweşên penceşêrê ber bi zêdebûnê ve diçe. Hin pizîşkên pispor dibêjin ku nepaqijiya jîngehê rêjeya çend cureyên nexweşiya penceşêrê weke kolon, fişik û pêsîrê zêde kiriye, ku di salên dawî de û jiber qutbûna elktrîkê piraniya xelkên deverê li taxan ceneretorên taybet ji bo elktirîkê bikar tînin. Herwiha dibêjin, rêjeya herî mezin li devera Dêrik û bajarê Rimêlanê hatiye tomarkirin û ew jî ji ber hebûna parzûnên petrolê li wê deverê.

Pizîşkek pispor di warê penceşêrê de Danîş Ibrahîm ji K24ê re got: “Nexweşiya penceşêrê zêde li Dêrik û Rimêlanê hatiye tomarkirin, parzûnên petrolê li wan deveran hene û ji xanî û malan ve nêzîk in. Ev jî hokareke bibandor e ji vê nexweşiyê re. Herwiha li hemû deverên me ceneretorên kehrebê hene û gaz jê derdikevin. Ev nepakiya jîngehê dibe sedemek ji nexweşiya penceşêrê re.”

Tunebûn dermanê nexweşiya penceşêrê li Cezîra Rojavayê Kurdistanê yek ji pirsgirêkên ku nexweş têre derbas dibin , loma ew neçar dibin ku berê xwe bidin şama paytext. Bavê Yasir , yê 60 salî ji heyama 5 mehan ve penceşêra kezebê pêre çêbûye. Bavê Yasir yê ku nexwest rûwê xwe diyar bike got, tevî rewşa aloz ya ku tê re derbas dibe, ew rastî gelek zehmetiyan tê mîna nepeydabûna derman û buhaya veghustinê. 

Tevî ku tu lêkolînên fermî li ser sedem û hijmara nexweşên penceşêrê li tevaya Sûriyê nehatine kirin, lê hin pispor didin zanîn ku 33% ji nexweşên penceşêrê li Sûriyê ji devera Rojavayê Kurdistanê ne û dibe ku ev rêje di salên bê de zêdetir bibe.