Zarokek bi 31 tiliyên dest û piyan ji dayik dibe
K24-Navenda Nûçeyan
Li Çînê zarokek bi navê Hong Hong bi 31 tiliyên dest û piyan jidayik dibe, lewma pêwistiya wî bi çendîn niştegiyan heye.
Li gor malbata wî zarokî di destpêkê de û ji ber buhabûna emilyatan wan nexwestin niştegeriyan bo dest û piyên wî çêbikin daku, hejmara tiliyên wî bibin 20 lê nexweşxaneyeke Çînê dê bê beramber niştegeriyan çêbike.
Niha temenê wî zarokî salek û nîve, hejmara tiliyên wî yên destan 16e ne û yên piyan jî 15e.