Live TV RADIO

KURDISTAN24

  • Erbil
  • -
  • Türkçe
  • |
  • English
  • |
  • Kurdî
  • |
  • فارسی
  • |
  • عربي
  • |
  • كوردی
KURDISTAN 24
  • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiye
    • Îran
    • Sûriye
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
  • Aborî
    • Kurdistan
    • Cîhan
  • Werziş
    • Kurdistan
    • Giştî
  • Çand
    • Muzîk
    • Sînema
    • Pirtûkxane
    • Şano
    • Helbest
  • Magazîn
    • Tenduristî
    • Geştyari
    • Teknelojiya
    • Giştî
    • Jîngeh
  • Hevpeyvîn
    • Siyasî
  • Gotar

Derbarê Me | Peywendî  | Appên | Derfatên kar

Giştî

Li Diyarbekirê rojane 3 ton beqleweya cemidî tê xwarin

Guler Sarili Guler Sarili |


 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekira ku bi şîrînahiyên xwe bi nav û deng e, cureyeke nû ya şîrînahiyê zêde bû. Beqlewaya Cemidî ku ji aliyê hosteyên Diyarbekirê ve hat ceribandin, ev salek e ku di nav bajarên bakur û Tirkiyeyê de belav bûye û rastî eleqeyeke mezin tê. Li gorî hosteyên beqleweyê dibêjin; her şîrînahîfiroş rojane 400 kîlo beqeleweya cemidî difiroşe û ev jî rojane digihîje nêzî 3 tonan û her ku diçe eleqeya ji bo vê cureya şîrînahiyê zêdetir dibe.

Şîrînahiyên Diyarbekirê, di nav bajarên bakur û Tirkiyeyê de pesendkirî ne û li hemû şîrînahîfiroşên navdar ên Diyarbekirê, bi dehan cure şîrînahî hene û her ku diçe qada şîrînahiyê, bi cerebeyên nû pêşvetir diçe. Ji bilî cureyên qedayîf û beqleweyên heyî; cureyeke nû ya beqleweyê hat ceribandin û ev salek e ev cure di nav şîrînahîfiroşên bakur de jî û di nav yên Tirkiyeyê de jî belav bûye. Ev cure şîrînahî; beqleweya cemidî ye. Li gorî nirxandina hosteyan; her şîrînahîfiroşên Diyarbekirê; rojane 400 kîlo beqleweya cemidî çêdike û li gelemperiya bajêr ev hejmar rojane digihîje 3 tonan. Hoste Naşît Pervane dibêje; beqleweya cemidî jî wekî qedayîfê aîdê Diyarbekirê ye û her ku diçe; eleqeya ji bo vê cureyê zêdetir dibe.

Hosteyê Şîrînahiyê Naşît Pervane ji K24ê li ser vê cure beqlawê dibêje: "Taybetiya ku eleqeya vê şîrînahiyê zêde dike ev e ku şîrînahî sivik e lewra bi şerbeta şîrî tê çêkirin. Şekirê vê jî kêm e û"tehimeke cuda ye. Ev şîrînahî li Diyarbekirê hat çêkirin, piştî cerebeyên bi dehan caran ev cure bi pêş ket. Eleqeya ji bo beqleweya cemidî gelek zêde ye. Em ji bo dikanên xwe rojane 80-90 sêniyan çê dikin; ev jî ji 400 kîloyan zêdetir e."

Çêkirina beqleweya cemidî, heta radeyekê wekî beqleweya ku tê zanîn e. Lê ji radeyekê bi şûn ve rêbaz bi temamî diguhere. Di serî de hevîrê ku li gorî taybetiya beqleweyê hatiye kirin, di sêniyan de tê raxistin û bi fistiqên Dîlokê tebeqeyên wê tên diyarkirin. Piştî teşedayîna hevîrî ya di sêniyan de; bi rûnê malê tê tekûzkirin. Beqlewe heta 45 xulekan tê pijandin û bi qasî 20 xulekan tê rawestandin.

Cudahiya vê şîrînahiyê; êdî bikaranîna şerbetê ye û ji dêvla şerbeta şekirî ve şerbeta şîrî ya germ li ser şîrînahiya tînegermî tê gerandin. Taybetiya şerbeta şîrî jî ew e ku şekirê wê kêm e û krem şantî di nav de tê kelandin. Li gorî hoste Şêxmûs Parlamiş jî dibêje; ji ber ku şekir kêm e, xwarina vê cureyê ji ya din siviktir e û ji niha ve cihê beqleweya heyî bi temamî jê girtiye.

Hosteyê Şîrînahiyê Şêxmûs Parlamiş dibêje: "Ketiye pêşiya beqleweya din. Hema hema beqleweya din qedandiye. Kesên ku vê beqleweyê dixwin, êdî ya din naxwin lewra ev cure ji xelkê re sivik tê. Di navbera vê cureyê û cureya heyî de ji %80 ferq heye. Ev cure li gorî beqleweya din sivik e lewra şîr zêde tê bikaranîn, krem şantî tê bikaranîn. Loma xelk bi rehetî dixwe."

Li gorî ku hoste qal dikin; ji bo sêniya beqleweya ji rêzê; 3 tas şerbeta şekirî tê bikaranîn lê ji bo sêniya beqleweya cemidî; 7 tas şerbeta şîrî tê bikaranîn. Piştî ku şîrînahî şerbeta xwe dikişîne; bi çîkolataya bê şîr ser tê xemilandin. Kîloya vê beqleweyê jî ji ya heyî 10 lîre zêdetir e û bi 65 lîreyan tê firotin.

 

Wêneyê Peywendîdar
Nûçe Peywendîdar
24 Demjimêr Berê
01 Li Bakur û Tirkiyê tenê 2 kes van zembîlan çê dikin
02 Diya Nazim di temenê 75 saliyê de dirûnê dike
03 Daxwaz tê kirin ku ciwanên Kurd zêdetir xwedî li Kurdî derbikevin
04 Li Diyarbekirê rojane 3 ton beqleweya cemidî tê xwarin
05 Yekemîn Festivala Ciwanan a Wanê destpê kir
06 3 berhemên taştê li ser Wanê hat pesandkirin
Heftiya Borî
01 Li Bakur û Tirkiyê tenê 2 kes van zembîlan çê dikin
02 Diya Nazim di temenê 75 saliyê de dirûnê dike
03 Li Wanê 2. Festivala Zivistan-Berf û Kaşokê hat lidarxistin
04 Cilûbergên Kurdî bi dîzaynên modern hatin numayişkirin
05 Daxwaz tê kirin ku ciwanên Kurd zêdetir xwedî li Kurdî derbikevin
06 Bi wêne.. Cejna Xidir Îlyas yê Kurdên Êzdî
Meha Borî
01 Cilûbergên Kurdî bi dîzaynên modern hatin numayişkirin
02 Li Bakur û Tirkiyê tenê 2 kes van zembîlan çê dikin
03 3 berhemên taştê li ser Wanê hat pesandkirin
04 Li Diyarbekirê Încîleke hevin hat desteserkirin.
05 Lalit nexweşê “Sendroma Zilamê Gûr e”
06 Li Diyarbekirê rojane 3 ton beqleweya cemidî tê xwarin
Herî li pêş
    Gotar
    Kî Erdoxançîye, PDK yan PKK?
    Hema ji sala 1999 a û vir de dema ku A.Ocalan hatî desteserkirin û vir de, mirov çend rûdan û helwestan li bin hevûdu rêz bike, dê aşkera bibe ka kî Erdoxançî û Turkçî ye
    Kî Erdoxançîye, PDK yan PKK?
    Selîm Giresorî
    Nûredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov
    Omar Şêxmûs:
    Nûredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Cemal Batun:
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    İbrahim Gûçlû:
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera  Badînan
    Rebî Zêbarî:
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera Badînan
    • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiyê
    • Îran
    • Sûriyê
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
    • Baş
    • Aborî
    • Werziş
    • Çand
    • Magazîn
    • Hevpeyvîn
    • Gotar
    • Xizmet
    • Frequency
    • Zindî
    • Appên
    • RSS
    © Copyright 2019 Kurdistan 24 – All rights reserved

    Nexşeya Malperê | Siyaseta Parastina Nehêniyan | Derbarê me | Pêwendi  |  Derfatên kar


    Nexşe danin û Pêk anin: AwroSoft (AP.)