Xwendekarekî Kurd li Almanya ji ber zîrekbûna xwe di 16 saliyê de digihe zanîngehê

Xwendekarekî Kurd ê ji bajarê Qamişlo ji ber zîrekbûna xwe di dibistana xwe de du salên xwendinê bipêş dikeve û di temenê 16 saliyê de kolîja Bijîşkiyê li Zanîngeha Charite dixwîne û dibe biçûktirîn xwendekarê wê kolîjê.
kurdistan24.net

 

K24 – Berlîn

Xwendekarekî Kurd ê ji bajarê Qamişlo ji ber zîrekbûna xwe di dibistana xwe de du salên xwendinê bipêş dikeve û di temenê 16 saliyê de kolîja Bijîşkiyê li Zanîngeha Charite dixwîne û dibe biçûktirîn xwendekarê wê kolîjê.

Ew ciwanê Kurd bi navê Kazim Mehmûd e û dê û bavê wê bijîşkên diranan e, di pêşbirkeke zanistî de jî beşdariyê dike û pileya duyemîn li ser astê Berlînê bidest dixe.

Diya Kazim, Dr. Hêvî Şiwêş ji K24ê re dibêje: “Ezmûna min bi Kazim re wek dêyek, ezmûneke pir xweş bû, min ti zehmetî pê re nedît. Her ji dema zarok bû min hest kirk u ez zîrek e. Piştî çû dibistanê mamosteyekî wî jî hest bi zîrekbûna wî kir û piştî du hefteyan ji pola yekem xiste pola sêyem.”

Herwiha Kazim di pola heftem jî bêyî ku pola heştem bixwîne, ji ber zîrekbûna wî bo pola nehem tê bilindkirin.

Kazim Mehmûd ji K24ê re dibêje: “Li Almanya mirovê asayî di qonaxa xwendinê de ta bigihe kolîjê, divê temenê wî 18 salî be, lê min dibistan temam kir û di temenê 16 saliyê de derbasî zanîngehê bûm.”

Kazim Mehmûd nuha xwendekarê kolîja Bijîşkî ye û piştî bidawîkirina kolîja xwe dixwaze bibe pisporê neştergeriyê. Herwiha Kazim di ber xwendina xwe re amûreya mûzîkê kemanê jî dijenîne.