Li Stenbolê hefteya Modayê ya Merdes Benz berdewam dike

Li Stenbolê hefteya Modayê ya Merdes Benz Fashion week bi beşdariyek mezin berdewam dike.Di Defîleyan de 32 marqeyên navdar koleksîyonên xwe yên payîz û zivîstanê ya 2018ê tînin pêşberî modahezan.Di defîleyan de welatiyan beşdariyek mezin lê kirin û her wiha ji aliyê çapemeniyê ve jî eleqeyeki mezin hat nîşandayîn.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Li Stenbolê hefteya Modayê ya Merdes Benz Fashion week cil û bergên payîz û zivistana 2018ê bi beşdariyeke mezin anî pêşberî modahezan. Di Defîleyan de 32 marqe û dîzaynerên navdar koleksîyonên xwe tînin pêşbêrî bîneran. Ev organîzasyona ku li gel gelek defîlên navnetewî kar dike îsal bi rêya 33 defîleyên biçûk û mezin koleksîyonên nû dide nasîn. Gelek kovarên Modayê yên wek Vogue, GQ Spaîn, Forbes û çapemeniya Tirkiyê eleqeyeki mezin nîşanî van defîleyan da.

Ligel gelek geştyaran welatiyên Stenbolê jî eleqeyekî mezin nîşanî van defîleyan dan.

Ev defîleyên ku modaya sala 2018ê tîne pêşberî modahezan dê 4 rojan berdewam bike û bi sedan koleksîyonên  nû yên dîzayneran bîne ser dikê.