Li Mûşê koçer ber bi zozana ve diçin

Di nav çend rojan de digîhîjin zozanan û konên xwe vedigrin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Mûşê welatiyên ku, heywanan xwedî dikin, bi hatina biharê ve heywanên xwe dibin û diçin zozanan.

Li herêmê piştî ku, zivistana dirêj derbasbû û berf heliya, bi hatina biharê ra welatiyan jî heywanên xwe birin zozanan.

Li gundê Bozbuluta Mûşê welatiyên wê deverê dibêjin ku, ew her sal navenda meha Gulanê ji bo ku, heywanên xwe biçêrînin diçin zozanan û keriyên xwe zozana li Çavuş Tepeyê ya li quntara Çiyayê Kurtîkê ye. Di nav çend rojan de digîhîjin zozanan û konên xwe vedigrin.