Bi 15 rênimayan Şewbê ji xwe dûr bixe
K24 - Navenda Nûçeyan.
Bi sedema guherîna keşuhewayê û hatina demsala payiz û zivistan û destpêkirina sermê, corên bektîrya çalaktir dibin û asantir dikevin laşê mirov, ku di encamê de Şewb û nexweşî belav dibin, lewra ji box we parastinê ji Şewbê, li gorî dawîn zanyariyên pizîşkî, pêwîst e mirov van rênimayên xwarê bicî bike:
1- Zêde avê vexwe.
2- Meywe û keskatiyan zêde bixwe.
3- Ji kêmxewiyê dûrkeve.
4- Baş û zêde destên xwe bişo.
5- Gellekî destê xwe di ser riwê xwe re nebe û pênûs û keresteyên mîkrobî yên cuda nêzîkî devê xwe neke.
6- Bêtir ji malê derkeve û keşûhewayê biguhere.
7- Tiştên ku hestiyariyê li cem wî çêdikin dûrî xwe bibe.
8- Werzişê bike û xwarina tendirust bixwe.
9- Zêde kirêma destan a dijî bektîrya bikar bîne.
10- Kepsûlên Megnîzyom vexwe.
11- Vexwarinên ku kafeyîn têde hebe kêm bike û venexwe.
12- Xwarina berhemên tiwan.
13- Zêde kar neke.
14- Xwe bide ber rojê.
15- xwe ji kesên nexweş dûr bike.
N.O