Nîvê temenê xwe bi qewartina daran re derbas kiriye

Li Enqera Paytexta Tirkiyê yek ji hunera ku bi keda destan tê vejandin Qewartina Dara ye. Ev hunera ku xwedî dirokeke kevnar e bi destê honasê vê hunerê Nevzat Ozbay re tê vejandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Enqera Paytexta Tirkiyê yek ji hunera ku bi keda destan tê vejandin Qewartina Dara ye. Ev hunera ku xwedî dirokeke kevnar e bi destê honasê vê hunerê Nevzat Ozbay re tê vejandin.

Nevzat Ozbayê 72 salî ji zêdeyî nivî emrê xwe bi karê qewartina daran derbas kiriye. Ozbay gava zarok bû xalê wî hespekî diyarî wî dike û piştrê jî gûr hespê wî dikuje. Piştî vê yekê jî Ozbay ji bo gûran bikuje ji daran tîr, kevan û gelek tiştan çêdike û ji wê dema heta îro bi dest û xeyalên xwe şiklên ciyawaz dide daran.

Nevzat Ozbay ji K24ê re wiha cêroka xwe bi vê hunerê re parve kir: “Hevnasîna min ya bi daran re gelekî kevn e. Ez di dibistan û zanîngehê de jî bi qewartina daran re mijûl bûm. Lê belê ji zêdeyî 20 salane ku ez wekî profesyonel şiklan didim daran. Heyameke ji ber nexweşiyekê min nikaribû destên xwe bikar bînim bes bi saya vê dîsa ez bi rihatî hemû karî dikim. Çimkî xwezayê destên min zindî kirin û ez jî xeyalên xwe li ser daran dineqşînim.”

Giringtirîn berhamên wî ya ku dîroka mirovahiyê li ser qurmekî daran neqişandiye û ya ku dibeje zarok koka mirovahiyê ye balê dikşîne.

Nevzat Ozbay dibêje: “Hevalên min darên ku li bexçê wan hişk bûne bo min tînin. Pêşî ez li ser kaxizan nimuneyekê xêz dikim û piştre vê nimuneyê li ser daran an jî qurman xêz dikim. Piştî van merhaleyan darên ku min gorî nimuneyê xemilandiye ez dest bi birîn û qewarteya perçeyên zêde dikim û bi mişarê ziravik dest bi qewarteya textik dikim. Piştî ku birîn ango qewarteya me bi dawî bû ez berhema xwe bi zimpereyê geş dikim. Merhalaya dawî jî ew e ji bo ku berhema me ji ber hewaya sar û germ zirarê nebîne bi dermanê bi navê vernîk ber û pişta wê derman dikim.”

Herwiha armanca Ozbay ew e ku vê hunerê her zindî bihele. Bo vê yekê jî li Enqeraya paytexta Tirkiye 64 şagirtan perwerde dike û dibeje her çiqas zehmetiyên vê hunerê hebe jî ji ber ku hûn bi xwezayê re mijûl in ev yek nabe pirsgirek.