Navenda Yasa Workşopekê li Hewlêrê bi rê ve dibe

Di wê Wrokshopê de parastina jingeh û şûnwaran di demê şeran de, herwiha mafê jin û zarokan hate ronî kirin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Navenda Kurdî ya lêkolîn û Şêwirmendiya Yasayî(YASA) li bajarê Hewlêrê paytexta Kurdistanê bi beşdariya hejmarek çalakvan ji rêxistinên civaka sivîl di warê mafê jin û zarokan de, herwiha parastina jingeh û şûnwaran di demê şeran de workshopek bi rê ve birin.

Li Hewlêr paytexa Kurdistanê li ser dirêjahiya 5 rojan Navenda Kurdî ya lêkolîn û Şêwirmendiya Yasayî (YASA) workshopek derbarê mafê jin û zarokan, parastina jîngehê û parastina şûnwaran di demê şer de hat li darxistin, kesên ku, di wê Workshopê de beşdarbûbûn, çalakvanên rêxistina sivîl ji Rojavayê Kurdistanê bûn, herwiha hejmarek çalakvan yên ku, li Herêma Kurdistanê dimînin.

Derbarê panêlên Workshopê de pispora mafê jin û zarokan Karly Nicole Kupferberg ji K24ê ra wiha got:"Ez bihitir di warê mafê jin û zarokan de kar dikim, taybet di demên şer de, ji ber vê yekê dixwazim kesên ku, beşdarbûne fêrî çawaniya parastina mafê jin û zarokan li Rojavayê Kurdistanê bibin, ji ber Ku Rojava niha di rewşa şer de ye."

Herwiha Berpirsê Ragehandinê di Navenda Kurdî ya lêkolîn û Şêwirmendiya Yasayî(YASA) de Arif Cabo derbarê Workshopê de ji K24ê re wiha axifî: "Kesên ku, di vê Wrokşopê de cihê xwe girtine kesên çalakvanin di civaka sivîl de kar dikin, çi di warê mafê Mirovan de, çi di warê mafê jin û zarokan de, herwiha kesên ku, di warê çandiniyê de jî kar dikin, dîrokî jî, ev wrokshop ji sê beşan pêktê ji Rojavayê Kurdistanê, di nav wan de jî Asorî jî hene di rêxistinên civaka sivîl de kar dikin û li wir dijîn, mebesta me ji vê Wrokşopê kesên beşdar fêrî kar bikin û zaniyariyan bidine wan, herwiha daku, karê wan û çalakiyanberdewam bike û pêş bikeve."

Di Wrokshopê de pisporên Almanî Franî di warê jîngeh û şûnwaran de panêlên xwe pêşkêşkirin, herwiha ew Workshop 5 rojan berdewam kir.