Zanîngeha Rojava kolîjine nû vedike

Bi destpêka sala nû ya xwendinê, zanîngeha Rojava deriyê tomarkirina şagirtan vekir. Ji ber ku Kolîjên nû îsal hatine vekirin, tevlêbûna xwendekaran li zanîngehê zêde bûye
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Bi destpêka sala nû ya xwendinê, zanîngeha Rojava deriyê tomarkirina şagirtan vekir. Ji ber ku Kolîjên nû îsal hatine vekirin, tevlêbûna xwendekaran li zanîngehê zêde bûye û gelek xwendekar jî ji dervî devera Cizîrê li zanîngehê navên xwe tomardikin. 

Li gorî Hevseroka Kolîjja Çandinîyê, gelek beşên nû ji bo pêşxistina zanîngehê hatine vegirin, yek ji wan jî kolîja "Jin Jinolojî" ku dê hemû mamoste û şagirtên wê tenê jin bin.

Zanîngeha Rojava di sala 2016'an de li bajarê Qamişlo hatiye vekirin û nêzîkî 400 xwendekar tê de beşdar bûne. Herwiha ji 5 Kolîjan û 17 beşan pêk tê . 

Berpirsên zanîngehê dibêjin eger e di paşerojê de, peymangeha bilind ya taybet bi hunera şanoyê bête vekirin.

Li gorî hin şopîneran, ta niha danpêdan bi zanîgeha navhatî ji aliyê ti welatên cîhanê ve nehatiye kirin û ev yek dê metirsiyê li ser çarenivîsa şagirtan çê bike.