Li Edeneyê çêkirina şêraniya bi navê “Cezerî”

Li bajarê Edeneyê gelek cureyên şêraniyan hene û di nav wan de jî şêraniya herî bi nav û deng cezeriya bi gêzer e. Cezerî heta ku diçe ber destên kiryaran di gelek qonaxên zehmet re derbas dibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Edene

Li bajarê Edeneyê gelek cureyên şêraniyan hene û di nav wan de jî şêraniya herî bi nav û deng cezeriya bi gêzer e. Cezerî heta ku diçe ber destên kiryaran di gelek qonaxên  zehmet re derbas dibe.

Li Edeneyê bêguman şêraniya sereke ku ji aliyê welatiyan ve tê tercîhkirin û tehma wê herî xweş şêraniya cezeri ya bi gêzer e. Cezerî her çiqas çêkirina wê hêsan jî bê xuyakirin dema ku tê amade kirin ji aliyê çêkeran ve di qonaxên zehmet re derbas dibe. Li Edeneyê jî hilberîna vê tehma sivik û xweş li sûka kevin ya bi navê Kazancilar tê kirin.

Bi kîloyan gêzer nêzî saetek û nîvê û di sed pileyan de di beroşan de tên kelandin. Gêzerên ku hatin kelandin di 85 pileyan de û di wan beroşên mezin de dîsa ji bo baş hûr bibin tên kelandin. Piştre jî êdî çêker gêzeran vala dikin beroşên din û şekir, av û li gorî daxwazê jî gwîz(gûz) û findiqan tevlî dikin.

Çêkerê Cezerî Engîn Yaygoz dibêje: “Ez li Edeneyê loqim û tehmên din ku bûne wek çandekê çêdikim. Ez vî karî nêzî 15 salan e dikim û ne karekî hêsan e. Loqim û cezerî li Edeneya me gelekî bi nav û deng e û em hinardeyê ji bajarên Tirkiyê dikin. Cezeriyên me ne gelekî biha ne ji ber ku em çawa çêdikin em dişînin ber destê gel, erzan e.“

Piştî cezerî di wan qonaxan re derbas bûn  rojekê di germahiya hindur de dimînîn û piştî vê yekê jî tên merhaleya jêkirinê. Çêker gwîza hindê li wan cezerîyên ku hatine jêkirin dikin, pakêt dikin û dişînin ber destê firoşyaran. Firoşyar jî dibêjin cezerî îsal li gorî salên din buhatir e.

Firoşkar Hiseyn Kandemîr jî dibêje: “Li gorî salên din îsal di nirxê cezerîyên me de hindek buhabûn heye. Sedema vê yekê jî zemmên di demên dawîn de ku hatine ser fistiqan. Digel vê yekê jî di eleqeya kiryaran de tu guherîn çênebûye û dîsa wekÎ berê dikirin.”

Welatî Alî Aydin got: “Ji ber ku şêraniyeke Edeneyê ye ez dibêjim divê hemû kes bixwe. Hemû kes jî dizanê feydeyên wê hene.”

Herwiha firoşyar helawa xwerû bi 15 lîreyên Tirkî, helawa bi fistiq bi 18 lîreyan û cezerî jî di navbera 22 û 25 lîreyên Tirkî de difiroşin. Herwiha her çiqas welatî buhayê cezerî zêde bibînin jî dest ji vê tehmê bernadin.