Dêrik.. Dîlana Roja Jinê di nava xwezayê de hat gerandin

Rêxistina Jinê ya Xwecehiya Dêrikê ya ENKSê Roja Jinê ya Cîhanî di nava xwezayê de pîroz kir. Di ahengê de jinên beşdar tekez kirin ku jina kurd ji dîroka kevnar ve roleke mezin di civaka Kurdî lîstiye û li gel mêran rahiştiye çekan û şer kiriye û amaje bi şerê li dijî DAIŞê hate kirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Jinê ya Xwecehiya Dêrikê ya ENKSê Roja Jinê ya Cîhanî di nava xwezayê de pîroz kir. Di ahengê de jinên beşdar tekez kirin ku jina kurd ji dîroka kevnar ve roleke mezin di civaka Kurdî lîstiye û li gel mêran rahiştiye çekan û şer kiriye û amaje bi şerê li dijî DAIŞê hate kirin.

Di ahengê de gotin hatine xwendin û bal hate kişandin ser giringiya rola jinê di civakê de herweha û di rewşa siyasî de jî jina Kurd gavine giring avêtin û li gel mêr mil bi mil ji bilî bi rêvebirina malbatê û berevaniya xaka welêt jî kir. 

Ahenga jinê bi dîlan û stranan birêve çû û jinên beşdar tekezî li ser rola jina Kurd di avakirina nifşên nûhatî de kirin û dane zanîn ku jina Kurd ji dîroka kevnar ve azad e û gelek êl û malbatên Kurdan bi navê jinê hatine naskirin û tekez kirin ku di riya zanebûn û xwendinê re jina Kurd dê bighêje asta jinên welatên herî pêşketî.

Di serdema 21 de gelê Kurd û di nav de jina Kurd rastî teror û tundiyê hat, lê jina Kurd karîbû rahêje çekê û li gel mêr di sengerên şer de berevaniya xaka Kurdistanê bike û ji tevaya cîhanê re bide xuyakirin ku eger derfet li pêş jina Kurd vebe dê karibe serkêşiya welatan jî bike.