Li Êlihê bi hezaran kes çûn serdana gora Şêx Mehmud

Tê zanîn ku, Şêx Mehmut 700 sal berî niha, di heyama Hz. Omer de li bajarê Besrayê ya li ser Iraqê koçî bajarê Êlihê kiriye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9b43b416-0b24-4133-8c36-921f2cf9c5eb/TirbeyaShexMehmut.ism/manifest

K24-Êlih

Şêx Mehmudê neviyê Hz.Hûseyîn û Zeynel Abidîn yê ku sala 696an de hatiye Êlihê û li vir canê xwe ji dest daye, her sal ji aliyê welatiyan ve serdana tirba wî tê kirin û diayên dikin. Îsal jî ji aliyê welatiyan ve ev serdan pêk hat û malbatan vê carê daxwaza aştî û biratiyê kirin.

Şêx Mehmudê neviyê Hz.Hûseyîn û Zeynel Abidîn yê ku, sala 696an de hatiye Êlihê û li vir canê xwe ji dest daye, her sal ji aliyê welatiyan ve serdana tirba wî tê kirin û diayên dikin. Îsal jî ji aliyê welatiyan ve ev serdan pêk hat û malbatan vê carê daxwaza aştî û biratiyê kirin.

Gora Şêx Mehmut li bajaroka Hezoya li ser bajarê Êliha bakurê kurdistanê dimîne. Her sal 3mîn îna meha Gulanê bo Şêx Mehmut çalakiyên bîranînê tên lidarxistin. Îsal jî bi hezaran kes hatin serdana tirba wî û ji bo xêrê xwarin belav kirin û ji bo aştî û dawî hatina şer û pevçûnan dia kirin.

Her sal li Êlih û bajarên derdora Êlihê bi hezaran kes tên li ser tirbê, qurbaniyan serjêdikin û xwarinê didin welatiyên ku, tên serdana tirbeyê. Îsal jî ji bo qurbanê 500 bez û ga hatine serjêkirin.

Hemwelatîyeka Jin wiha ji K24ê re got:"Em hatine ser ziyaretê. Me qurban aniye em qurban didin. Em ji şefeqê ve hatine. Li vê derê em qurbanan çêdikin, em ê bipêjin û bidin misilmanan. Bila xêra Şêx Mehmut be."

Weletiyên ku, serdana tirbê dikin him ji bo xwe him jî ji bo hemû alema Îslamê diayên xêrê dixwazin û hêvî dikin da ku ev şerê niha li Bakurê Kurdistanê berdewam dike dawî lê bê.

Hemwelatîyeke din jî wiha axifî:"Her kesek li gori zanîna xwe ji xwe re dia dike. Em bi xwedê bi hêvî ne ew kesên ku li ser hisabê xwedê dia dike wê xwedê qebul bike."

Hemwelatiyeka din jî wiha got:"Em hatine ser tirba Şêx Mehmut, ji bo xatirê ku em rica jê bikin, ew jî bi xwedê de bike û diayên me biqelibe da ku ev qetl û qutil ji nava me rabe û biratî çêbibe. Em mislimanin, em birayê hev in."

Tê zanîn ku, Şêx Mehmut 700 sal berî niha, di heyama Hz. Omer de li bajarê Besrayê ya li ser Iraqê koçî bajarê Êlihê kiriye. Ji vir jî çûye bajarokên wek Qabilcewz û Hezoyê bicih bûye û li vir canê xwe ji dest daye.

Herwiha welatî amaje bi wê yekê dikin ku, Şêx Mehmud ji binyada pêxemberan hatiye û ji ber wê yekê jî li ber çavên wan wek kesayetiyeke pîroz tê dîtin.