Li Almanyayê dîwarek bo wêneya Alanê Kurdî

Li nêzîk Banka Navendî ya Yekîtiya Ewropayê û li navenda bajarê Frankfort yê Almanyayê, dîwarek bi wêneya Alanê Kurdî tê neqşandin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li nêzîk Banka Navendî ya Yekîtiya Ewropayê û li navenda bajarê Frankfort yê Almanyayê, dîwarek bi wêneya Alanê Kurdî tê neqşandin.

Du xortên wênesaz yên Alman, bi navên Cestis Pîker û Oguz Şen, wêneya Alanê Kurdî li ser dîwarekî ku bi rûbera 120 metro çargoşe çê kirin.

Alanê Kurdî, ew penaxazê Rojavayê Kurdistanê yê ku di deryaya Egeyê de ligel dê û birayekî xwe xeniqîbûn û temê wî û li qeraxê bajarê Bodrumê dirêjkirî, cîhan hejandibû.    

Cistis Pîker ji televizyoneke almanî re got: “Min dît ku pêwîst e, ez wê wêneyê li ser dîwar çê bikim, bo dîmenê karesata penaberan li ber çavên xelkê be û deriyên xwe li pêş penaberan negirin.”

Oguz Şen jî ku bixwe Tirk e dibêje: “Gelek xelk di ber wê dîwarî re derbas dibin, bibawer im wêneya Alanê Kurdî bi ber çavên wan dikevin, xemgîn jî dibin ku ew karesata bi wî awayî bûbû.”

Herwiha diyar kir jî, ku ew wêne 40 demjimêre ji kar bir û ji hesabê xwe ew kar encam da.