Pirsgirêkên mafê neştecîbûnê li Hewlêrê
K24 – Hewlêr
Pirsgirêka wergirtina mafê neştecîbûn û vîzeyê ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin, bûye pirsgirêka herî mezin, taybet dema wergirtina mafê neşteciyê û nûkirina karta neştecîbûnê.
Wek nimûne dema ku malbateke Kurdên Rojava were li Başûrê Kurdistanê neştecî bibe, pêwist e bi kêmanî her neferek ji wan milyonek û 200 hezar Dînarên Iraqî bide. Dema nûkirina salane jî bi kêmanî her yek ji wan 100 Dolarên Amerîkî bide, ya herî zehmet jî ew e, ku pêwist e bi riya Kompaniyekê yan parêzerekî li ser bingeha kar were Başûrê Kurdistanê rûne.