Michelle Obama: Melania Trump bersîva min neda
K24 – Navenda Nûçeyan
First Lady (Jina Yekem) a Amerika ye berê Michelle Obama di bernameyek telewizyonî de anî ziman ku, piştî hilbijartina Donald Trump bo Serokomariya Amerikayê xwest destê alîkariyê bigihîne First Lady a nû Melania Trump, lê Melania bersîva wê ya telefonê neda ye.
Michelle Obama herweha anî ziman ku, “Xatû Melania Trump kesayetiyek bihêz e û bawer im bê pirsgîrêk rola xwe ya Jina Yekem a Amerika bi serkeftî bicîh tîn e. Herweha ew dikare daxwaza alîkariyê û şêwrê ji kesên profesyonel li Koşka Spî werbigre”.
C.B