Li Qamişlo çanda çandiniya daran zêde bûye

Tevî buhaya şitlên daran, lê di çend salên dawiyê de xelkên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî balkêş berê xwe didin kirîna şitên dar û gulan û bi taybetî yên xemlandinê û mêweyan.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevî buhaya şitlên daran, lê di çend salên dawiyê de xelkên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî balkêş berê xwe didin kirîna şitên dar û gulan û bi taybetî yên xemlandinê û mêweyan.

Di çend salên dawî de çanda çandiniya daran li herêma Rojavayê Kurdistanê zêde dibe û pê re herhata xelkên li ser kirîna şitlên dar û gulan zêde dibe. Piraniya xelkên bajarê Qamişlo berê xwe didin kirîna şitlên xemlandina malan û darên mêweyan, nemaze ku di salên dawiyê de bi dehan seyrangeh û paxçeyên taybet li gundewarên deverê hatine vekirin.

Merwanê Leylê yek ji kesên ku di warê çandiniya şitlan de kar dike, ew dibêje ku di sala pêşî de ji kirîza Sûriyê û jiber tunebûna sotemeniyê xelkê Rojava di Zivistanê de ji bo germahiyê, dar bikar tanîn û di encama wê de şînahî di deverê de nema, loma wî berê xwe da vî karî bi aramnca belavkirina şînahiyê di herêmê de û gelek cureyên dar û gulan ji welatiyên biyanî veguhestin deverê.

Ji ber buhya veguhestinê û dermanên dar û gulan ku ji bajarên din ên Sûriyê û welatên cuda têne kirîn, nirxê daran bûha ye ku nirxê hin şitlan dighêje 400 Dolarên Amerîkî, lê tevî wê jî kirîna şetlan di salên dawî de bi awayekî balkêş zêde bûye.