Kurdên Êzdî nikarin Çarşema Sor bi dilê xwe pîroz bikin

Cejna Çarşema Sor ya Kurdên Êzidî, li Kampa Penaberên Êzidî jî bi dilnigarî be jî hat pîroz kirin. Li baweriya Êzidiyan di yekem Çarşema piştî 13ê Nîsanê Melekê Tawûs hatiyê rûyê Cihanê û afirandina Cihanê temam bûye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0a0288a7-1ebb-4e53-b836-574b7b252d04/r2.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Cejna Çarşema Sor ya Kurdên Êzidî, li Kampa Penaberên Êzidî jî bi dilnigarî be jî hat pîroz kirin. Li baweriya Êzidiyan di yekem Çarşema piştî 13ê Nîsanê Melekê Tawûs hatiyê rûyê Cihanê û afirandina Cihanê temam bûye.

Kurdên Êzdî di serdemên aram de, li ciyên pîroz yên baweriya xwe, bi Şêx û Pêşengên ol a xwe vê cejnê pîroz dikin. Lê ew dibêjin ji ber bi 73 fermanan re rûberû mane, gelek car nikaribûne ayîna xwe bi dilê xwe bikin.