Kelha Zêrzevanê bûye yek ji navendên geşt û guzariyê

Li navçeya Çinara Diyarbekirê, Qelha Zêrzevan a ku dîroka wê diçe heta 3 hezar sal berê, niha bûye yek ji navendên geşt û guzariyê. Di xebatên lêkolînê de Perestgeha veşartî ya Mesîhiyan a ji beriya Hezar û 500 salan hat kifşkirin, bi hezaran geşteger serdana qelhê kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li navçeya Çinara Diyarbekirê, Qelha Zêrzevan a ku dîroka wê diçe heta 3 hezar sal berê, niha bûye yek ji navendên geşt û guzariyê. Di xebatên lêkolînê de Perestgeha veşartî ya Mesîhiyan a ji beriya Hezar û 500 salan hat kifşkirin, bi hezaran geşteger serdana qelhê kirin.

Kelha Zêrzevanê ye di navbera Diyarbekir û Mêrdînê de cih digire. Li gorî şûnwarnasan, ji beriya 3 Hezar salan; di serdema Împaratoriya Romayê de li ser 57 donim ji bo parastina Rêya Qral ku wekî rêyeke bazirganî û leşkerî dihat bikaranîn, wekî baregeheke leşkerî hatiye avakirin.  Xebatên kolyarnasiyê, bi serperiştiya Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Doktor Aytaç Coşkun ji sala 2014’an ve hatiye destpêkirin. Li gorî Dr. Coşkûn, ev Qelh heta sala 639’an ku Artêşa Îslamê hatiye vê herêmê jî dihat bikaranîn.

Kolyarnas Doç. Dr. Aytaç Coşkûn ji K24ê re got: “ Ev rêya ku di vir re derbas dibe, di serdema Pers, Asûr û Romayê de rêyeke stratejîk bû. Ji ber ku yên ku xwedî hikumraniya vê herêmê be xwedî, hikumraniya Anatoliyayê bû.  Li gorî pêşbiniyên me, nêzî hezar leşkeran li vir erkdar bûn. Ligel leşkeran em dizanin ku sivîl jî li vir jiyane. Dema me dest bi xebatên kolandinê kirin, rê jî li vir nebû, me rê vekir. Xebatên me didomin, êdî geşteger jî mereqa vê derê dikin û tên.”

Di kelhê de heta niha derbasgehên veşartî, stargeh, gorên şikeftan, sarîç, embarên xwirekan û çekan, dêr û perestgeha veşartî hatine kifşkirin. Ji beriya mehekê Perestgeha Tarîqeta Mîthras hatibû kifşkirin. Mîthras, wekî ol û çandeke razber a Romayê tê naskirin. Di serî de kesayetên xwedî paye, erk û navdar dibin endamên vê olê. Tenê endamên ola Mîthras sir û nagihaniya  wê dizanî û ev ol hêdî hêdî di nav leşkerên Romayê de jî belav dibe.

Dr. Aytaç Coşkûn dibêje; ev perestgeh di herêmê de perestgeha yekemîn a Mîtras e. Coşkûn got jî: “Em niha di bin erdê de ne. Bi taybetî hemû Perestgehên Mîtras di bin erdê de hatine avakirin. Ji ber ku merasîm û ayînên Mîtras veşartî dihatin kirin. Li jêrzemîna perestgehan hewza avê heye. Yên ku qebûlî vî dînî dibûn, bi avê ji gunehên xwe yên kirine dihatin şûştin. Heta ku kesekî bikaribe bibe endamê Mîtrasê, divê pêşî 12 eziyetan bikişîne û dûre di 7 merhaleyan re derbas bibe. Me li ser dîwaran sembolên Mîtras û Taca Tîrêjê dît. Me li ser dîwaran destnivîsên bi zimanê Aramî dîtin.  ”

Dr. Aytaç Coşkûn dibêje, ji ber ku qadeke fireh e dibe ku xebatên kolyarnasiyê heta 30-40 salan jî bidomin. Daxwaza Dr. Coşkûn ew e ku alîkariya aborî bê kirin û sponsorekî wan hebe. Piştî ku di sala 2014’an de xebatên kolandinê dest pê kirin, haya xelkê ji vê mîrateya qedîm çêbû. Bi kifşkirina Perestgeha Mîtras ve bi hezaran geştegerên xwecih û biyanî berê xwe didin vê derê.

Li gorî şûnwarnasan, encamên xebatên li ser vê qelhê dê gelek bûyerên dîrokî jî ronî bikin. Li gel vê yekê bi xebatên danasînê, Qelha Zêrvevanê ku tenê kîlometreyek ji rêya Mêrdîn û Diyarbekirê dûr e, dibe yek ji navendên geşt û guzariyê.