Şirnexê ji Payîzê berê xwe daye Zivistanê

Li navçeya Êlkê ya Şirnexê, Payîz ber bi Zivistanê ve rûyê xwe nîşan dide. Li bilindahiya çiyayên Kato û Feraşînê bayê sar û berfa spî, li geliyê Xabûrê jî xweza xwe bo sermaye amade dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Êlkê ya Şirnexê, Payîz ber bi Zivistanê ve rûyê xwe nîşan dide. Li bilindahiya çiyayên Kato û Feraşînê bayê sar û berfa spî, li geliyê Xabûrê jî xweza xwe bo sermaye amade dike.

Germa Havînê ev demeke cihê xwe daye bayên hênik û sar. Li deverên bilind yên navçeya Êlkê berf barî, li geliyên xwarê jî du rojan ser hev baran barî. Piştî baranê dîmenên rengîn derketin meydanê.

Êlkê ku 1650 metre ji deryayê bilind e, her çiqas pelgên daran ber bi zerbûnê ve biçin jî hêj keskayiya xwe diparêze.

Masîgir, derfeta şêlobûna avê bo girtina masiyan bikartînin. Jiber ku masî, bi sarbûna av û hewayê re berê xwe didin çemên mezin û avên germtir.

Aliyek, axa ter, kendalên kesk û çiyayê Kato û Nizmo di nav mij û dûmanê de wek wêneyeke xêzkirî derdixe pêş çavê mirov.

 

S, B