NASA amadekariyên şandina mirovan ji bo Heyvê dike

Gerdûnzan dizanin ku rêjeyeke mezin ji ava qerisî li ser cemserên Heyvê heye, lê nizanin çi pêkhateyên din di nav wê avê de hene.

K24 - Navenda Nûçeyan

Par serokê Amerîka Donald Trump ragihand, ku wî ji Ajansa NASA xwestiye dubare geştên şandina mirovan ji bo Heyvê destpê bike, daku lêkolînên bêtir li ser Heyvê bike.

Niha jî NASA dest bi amadekirina çendîn robot û setelaytên nû kiriye.

Ji aliyê xwe ve, rêvebirekî NASA ragihand, ku vê carê wê şandên NASA ji bo Heyvê, lêkolînan li ser cemserên wê bike.

Gerdûnzan dizanin ku rêjeyeke mezin ji ava qerisî li ser cemserên Heyvê heye, lê nizanin çi pêkhateyên din di nav wê avê de hene, lewra wê şandên NASA ji bo Heyvê, giringeyeke mezin bidin lêkolînan derbarê pêkhateyên avê li ser cemserên Heyve.

Heya niha NASA dema çûna mirovan ser Heyvê destnîşan nekiriye, lê pêşbînî dike di nav salên 2020 heya 2030î de be.

N.O