Kurdek berçavkeke taybet çê dike û diyar Serok Barzanî dike

Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê, berçavkeke taybet çê kir û nivîsên li ser ekrana telefonê ku bi çavê mirovan nayên dîtin, bi tenê kesên ku ev berçavk bikartînin tê xuyakirin. Mucîtê Kurd dibêje: “Berçavka pêşî ku ez çê bikim, bi telefonê ezê zimanê Kurdî jî têxim û diyarî serokê Herêma Kurdistana başûr birêz Mesût Barzanî bikim.”
kurdistan24.net

 

K24 – Stanbol

Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê, berçavkeke taybet çê kir û nivîsên li ser ekrana telefonê ku bi çavê mirovan nayên dîtin, bi tenê kesên ku ev berçavk bikartînin tê xuyakirin. Mucîtê Kurd dibêje: “Berçavka pêşî ku ez çê bikim, bi telefonê ezê zimanê Kurdî jî têxim û diyarî serokê Herêma Kurdistana başûr birêz Mesût Barzanî bikim.”

Kurdekî ji Bakurê Kurdistanê, berçavkeke taybet çêkir û nivîsên li ser ekrana telefonê ku bi çavê mirovan nayên dîtin, bi tenê kesên ku ev berçavk bikartînin tê xuyakirin. Mucîtê Kurd, li Stenbolê çîroka serkeftina xwe ji Kurdistan24're vegot.

Bêyî vê berçavkê nivîs û dîmenên li ser ekrana telefonê nayê dîtin.

Celal Gogerê ji Bismîla Diyarbekirê ye, dema di metroyê de di telefona xwe de peyameke dinivîsand, kesên li derûdorê wî li peyamên wî xwendine. Li ser vê Goger gelek aciz bûye. Wê demê biryar daye ku çi bê kirin da ku dema mirov peyam binivîse ji bilî xwediyê telefonê tu kes nebîne.

Goger ji K24ê re dibêje: “Bi amanca mirov hevdu aciz nekin, bi tenê telefon û berçavk ji herkesî re taybet be û ev xebat hatiye kirin.”

Mucîtê Kurd, ji bo ku nivîs û dîmenên telefonê bi çavan neyên dîtin pêşî chîpekê di telefonê de bi cîh kir. Dûv re berçavkekê çêkir û chîpa ku li ser telefonê bi vê berçavkê ve girêda. Bi tenê bi berçavkê nivîs û wêneyên li ser telefonê dixuye.

Goger got jî: “Chipekê li ser berçavkê heye. Bi daxistina sepandineke taybet chip didî şixulandin. Piştre chip û sepandin bi hev ve têne girêdan, piştî ku hat girêdan, ji bilî te tu kes nabîne nivîsên li ser telefonê.”

Niha amanca Goger wergirtina patentê ye û dixwaze digel programekê bo patentê serî li saziyên têkîldar bide.

Herwiha Goger got jî: “Berçavka pêşî ku ez çê bikim, bi telefonê ezê zimanê Kurdî jî têxim û diyarî serokê Herêma Kurdistana başûr birêz Mesût Barzanî bikim.”

Zimanê Kurdî di nav zimanên telefonê de jî yekem car ji aliyê Celal Goger ve hatibû bicihkirin.