Di bazarên meha Remezanê de Ava Sûsê

Herwiha welatî amaje bi wê yekê dikin ku, bi saya şerbeta sûsê Remezana wan xweş derbas dibe.
kurdistan24.net

K24-Riha

Ava sûsê ya ku, ji bo gelek nesaxiyan wekî derman tê dîtin li bajarên bakurê Kurdistanê gelek tê hezkirin. Di gel hatina meha Remezanê jî li ser sifreya fitarê ava sûsê qet kêm nabe. Bi hatina Remezanê ava sûsê di bazaran de jî cihê xwe girt.

Li Rihayê ava sûsê ango şerbeta sûsê gelek tê vexwarin. Heta  mirov dikare bibêje ku, di meha Remazanê de vexwarina Rihayîyan ya sereke ava sûsê ye. Bi despêka meha Remezanê her sergoşeyeke Rihayê firoşkarên ava sûsê dezgeyên xwe vedikin û  firotina ava sûsê dikin.

Bi boçûna Îsmaîl Korkutê ku, bi salan e karê çêkirin û firotina ava sûsê dike, şerbeta sûsê, ji bo gelek êşan derman e û taybetî jî di meha Remezanê de welatî gelek wê vedixwin. Korkut dibêje ku bi vê mebestê karê wî jî di vê mehê de xweş derbas dibe.

Derbarê vê mijarê Firoşkarê Ava Sûsê Îsmaîl Korkut ji K24ê re wiha got:"Ev 43 sale vî karî dikim. Ava sûsê pir bi feyde ye. Bona bobrekan bona mÎde bi feyde ye. Binê erdî de derdikeve. Ava sûsê bi rastî jî gelek sirûştî ye, nebateke pir sirûştî ye."

Li gorî lêkolîna Wezareta Tenduristiyayê Elmanya yê koka sûsê hem ji bo kuxikê, hem ji bo birîna hinavan û mîdeyê û hem jî ji bo zik êşanê baş e û wekî derman tê bikaranîn.

Welatiyên ku, ava sûsê ya amadekirî dikirin jî hene; yên ku koka sûsê dikirin dibin mala xwe  bi destê xwe çêdikin jî hene.

Derbarê vê yekê welatiyek bi navê Emîne Çîftel wiha got:"Em çûn çarşiyê me giya yê xwe anî me hûr kir. Me du re kire legeneke laylon. Me av kir ser de qasÎ saetekê av li ser bû. Piştî me paland, em dikin silhiyan de, dikin dolabê de. Bona bobrekan, bona mÎde pir rind e. di rojiyê de mirov pê tî nabe."

Hem welatî hem jî firoşkarên şerbeta Sûsê rave dikin ku, şerbeta sûsê ji bo laşê mirovan gelek bi feyde ye. Herwiha welatî amaje bi wê yekê dikin ku, bi saya şerbeta sûsê Remezana wan xweş derbas dibe.