Qamişlo: Mizgefta Qasimo mizgefta şehîdan

Mizgefta Qasimo li taxa Xerbî ya li bajarê Qamişlo, kevintirîn mizgeft e ku ji heyama 58 salan ve hatiye avakirin, bûye mîna simbol û navnîşanekê ji xelkên deverê re û çirûska yekemîn ji xwepêşandanan li Rojavayê Kurdistanê ji wê mizgeftê dest pê kir.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/64860912-1cb4-44c1-b1d2-f0422ac0d2cf/mizgeftaqasimo-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Mizgefta Qasimo li taxa Xerbî ya li bajarê Qamişlo, kevintirîn mizgeft e ku ji heyama 58 salan ve hatiye avakirin, bûye mîna simbol û navnîşanekê ji xelkên deverê re û çirûska yekemîn ji xwepêşandanan li Rojavayê Kurdistanê ji wê mizgeftê dest pê kir.

Ji destpêka şoreşa Sûriyê, ku bi navê “Buhara Erebî” hate naskirin, yekemîn xwepêşandan li deverên Kurdî ji bo piştgiriya zarokên derayê ji mizgefta Qasimo dest pê kir. Herweha bi dehan cenazeyên şehîdan û kesên navdar ji mizgefta Qasimo ber bi goristanan ve çûn.  

Di sala 1958an de, dema yekîtiya di navbera dewleta Misr û Sûriyê de, ev mizgeft bi navê el-Wehde ji aliyê malbata Xeznewî ve hatiye avakirin. Yekem melayê wê mizgeftê mela Ehmedê bizgûrî bû. Herweha hecî Qasim ku ba navê Qasimo dihate naskirin, di mizgeftê de azan dida û herdiwan nêzîkî 35 salan xizmeta vê mizgeftê kir.

Di meha Remezanê de hatina mizgeftê ji aliyê xelkên deverê ve lawaz dibe, wekî melayê mizgeftê dibêje, sedema wê jî ew e, ji ber bûyerên şer û pevçûnan û ligel pêla koçberiyê, bandoreke neyênî gihande hatina li mizgeftê, lê mizgefta Qasimo li bajarê Qamişlo dê bimîne simbola çalakî û xwepêşandanan li cem welatiyên deverê .