Li Şirnexê çanda çûna ser ziyaretê didome

Li Gundikê Melî yê ser bi Şirnexê ve 300 sal in ku çanda çûna ser ziyarete didome.
kurdistan24.net

 

K24 – Şirnex

Li Gundikê Melî yê ser bi Şirnexê ve 300 sal in ku çanda çûna ser ziyarete didome. Bi hezaran niştecihên Gundik û mêvan ji bo bibîranîna xizmên xwe yên wefat kirî serdana gorîstanê dikin û bi hev û din re xwarinê dixwin û demên xweş derbas dikin. Li gor çanda herêmê,  roja piştî ziyaretê wekî roja destpêkirina çûna ser rezan û çinîna kewzanan e jî.

Ev der Gundikê Melî yê ser bi Şirnexa Bakûrê Kurdistanê ve ye. Şêniyên vî gundî 300 sal in çada ku ji bav û kalan tê veguhestin didomînin. Her sal di roja pêşîn a Pênçşema Cotmehê de şênî û mêvanên Gundikî li hev dicivin. Bi sedan Gundikiyên ku li derveyê bajêr û welêt dijîn ji bo xatirê qedrê vê rojê tên gund. Ehmet Bayram, li ser çîroka destpêkirina vê rojê dibêje; bav û kalên me ji bo nûjenkirina sênca goristanê ev çand dane destpêkirin. Li gorî ragihandina Bayram, ev roj di heman demê de destpêka çûna ser rezan û çinîna kewzanan e jî.

Şêniyê Gundikê Melî Ehmed Bayram ji K24ê re got: "Piştî vê ziyaretê ji roja înê û pê de rezên me dest pê dike. Çinîna kewzanan jî heta vê rojê qedexe dibe û piştî vê rojê serbest dibe. Melayên me jî div ê rojê de nesîhetên aştiyane dikin. Wateya gotistanê jî ew e ku ev der cihê terikandina jiyanê ye. Ev roj ji bo dîtina mirovên me yên derve jî dibe sedema dîtin û keyfxweşiyê."

Di saetên serê sibê de malbatên ku tên serdangehê, ajalan serjê dikin û dest bi çêkirina xwarina mêvanan dikin. Di vê navberê de kesên ji xeribiyê hatine jî bi hev re demên xweş derbas dikin, zarok bi hev û din re dilîzin.  Şêniya Gundik, Helîm Bayram'ê jî got; bi salan e vê çandê didin dopandin û hêviya wan ew e ku nifşê nû jî vê çanda qedîm bidomînin.

Nişteciha Gundikê Melî Helîm Bayram: "Em tên serdana xwe dikin, diçin ser gorên miriyên xwe û ji wan re dua dikin. Em kar ê xwe dikin, ji bo mêvanan xwarinê amade dikin. Hingî tê bîra min em vê kevneşopiyê didomînin. Bav û bapîrên me kiriye me jî kiriye."

Ji ber ku gorîstan wekî cihê terikandina jiyanê tê pênasekirin seyda û feqeyên gund li ser goristanê Kur'anê dixwînin û dua dikin. Ji aliye din jî şênî û mêvanên gund ji saetên serê sibê heta nîvro bi hev û din re sohbetên xweş dikin, kesên ku dilê ji hev mayîn li hev tên û dest bi jiyaneke nû dikin. Ezedîn Sanri jî yek ji muxtarên bajarokê Gundik e. Sanri jî got; ev roj ji bo pêkvejiyana civakî pêwendiyên nav malbatê jî qewîn dike.

Muxtarê Taxa Diruga Ezedîn Sanri: "Li vê derê govend nayê gerandin, em miriyên xwe bibîr tînin. Em wan mirovên xwe yên ji berê bibîr tînin. Şahiyane liv ê dere nayê kirin lê keyfxweşî heye.”

Li gor ragihandina şêniyên Gundik, di herêma Botan de ev kevneşopî tenê ji aliye malbata Mele Derwêş ve tê dewam kirin. Şênî û mêvanên Gundikê Melî bi hev re nimêja nîvro dikin, mela we'iz û nesîhatan dike. Ji aliyê din ve xwarinên ji aliyê malbatan ve hatine çêkirin, ji her malekê ya kêm sênîyek xwarin ji bo şênî û mêvanan tê veguhestin û herkes bi keyfxweşî xwarina xwe dixwe. Piştî xwarinê heta saleke din vî demî herkes belav dibe.