Êlih.. Yekem çewlika qazan

Li gundê Barinca Qûbîlê ya ser bi Êlihê yekem çewlika qazan hate damezrandin. Ev çewlikakuli ser xaka 50î donimî hatiye avakirin li heremê yekemîn e û di ve çewlikê de jî qazên cinsê Ûris ku bi Lînda tên binavkirin tên xwedîkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Êlih

Li gundê Barinca Qûbîlê ya ser bi Êlihê yekem çewlika qazan hate damezrandin. Ev çewlikakuli ser xaka 50î donimî hatiye avakirin li heremê yekemîn e û di ve çewlikê de jî qazên cinsê Ûris ku bi Lînda tên binavkirin tên xwedîkirin.

Li Êlihê welatiyê bi navê Efe Tarhan çewlikeke qazan ku nezîkî 80 hezar lîreyên Tirkiyê lê mesref kiriyê ava kir. Taybetmendiya vê çewlikê ew e ku, hem li Êlihê û hem jî li Bakurê Kurdistanê yekem e. Tarhan piştî ku li Rihayê zanîngehê diqedîne li Êlihê mûtehîtiyê dike û beriya 6 mehan jî dest bi xwedîkirina qazan kiriye. Xwedîkirina van qazan û kar û barên çewlîkê ji aliyê malbata ku ji 7 kesan pêk tê ve, tê meşandin.

Tarhan di serî de bi 550 qazan dest bi xebatên xwe kiriyê û armanca wî jî ew e ku, di salekê de vê hejmarê derxê deh qatên wê

Tarhan ji K24ê re got: "Beriya şeş mehan min çewlika qazan vekir, li herêma Êlihê li gundê Barincê û niha jî 550 qazê min hene. Çewlikeke me mezin heye li ser 50 donim. Li vê heremê çewlika qazan tune û hîna nû ye. Min jî fîkirî ku karekî nû ez çi bikim, çi ji xwe re vekim? Hemû kes mirîşk, şamî û dewar yanî tiştên ku dibe klîşe xwedî dikin. Min jî got tiştekî nû ji vê dere re pewîst e û min çewlik vekir."