Lîstikvanê tîma Cîhad Heysem Kiço bibîr hat

Çardemîn salvegera koçkirina lîstikvanê tîma Cîhad Heysem Kiço li bajarê Qamişlo, bi lîstikeke fotbolê ji aliyê hevalên wî ve hate bibîr anîn. 2 tîm beşdarî vê bîranînê bûn, yek bi navê tîma hevalên Heysem Kiço û ya din jî bi nave tîma Heskiriyên Wî.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Çardemîn salvegera koçkirina lîstikvanê tîma Cîhad Heysem Kiço li bajarê Qamişlo, bi lîstikeke fotbolê ji aliyê hevalên wî ve hate bibîr anîn.

2 tîm beşdarî vê bîranînê bûn, yek bi navê tîma hevalên Heysem Kiço û ya din jî bi nave tîma Heskiriyên Wî.

Berî çarde salan tîma Cîhad berê xwe dabû bajarê Meyadînê ya parêzgeha Dêrazorê, da ku bi tîma wî bajarî re bi leyizin, lê otomobîla wan rastî bûyerekê teafîkê hat, di wê bûyerê de Heysem Kiço canê xwe ji dest da.

Hevalên Heysem bi xemgînî roja bûyerê bi bîra xwe tînin û dibêjin ku, piştî Heysem koca dawî kir, bandoreke xerab li tîma Cîhad bû.

Roja ku Heysem koça dawî kir, keçeke 2 salî ligel dayika wê li paş xwe hiştin. Li gorî hevalên Heysem Rêveberiya Tîma Cîhad gelek kêmasî derbarê malbata wî de kirin, ji ber wê jî her sal matşeke fotbolê di bîranîna koçkirina wî de lidar dixin û ligel malbata wî serdana gora wî dikin.

Di dawiya merasîma bîranînê de xelatek radestî malbata Heysem hate kirin û weke wefadariyekê ji keda wî re lîstikgehek li bajarê Qamişlo bi navê Heysem Kiço hate avakirin.