Li Heskîfê vê carê jî Minareya mizgeftê tê veguhestin
K24 – Navenda Nûçeyan
Digel hemû nerazîbûn û çalakiyan, hikûmeta Tirkiyê projeya Bendava Îlisû Temam kir û bi meha Tîrmehê re dergehên bendavê hatin girtin û av kom dibe.
Bi vê projeyê şaristaniya Heskîfê ku 12 hezar sal berê destpê kiriye û heta îro bê navber hatiye di bin ava bendavê de dimîne. Hikûmeta Tirkiyê jî hin berhemên dîrokî vediguhezîne.
Yek ji wan jî Minareya Mezgefta Sultan Silêman a 611 salan berê ye. Lê ev minare kevir bi kevir tê birîn û li deverê nû tê komkirin.
Qeyûmê Êlihê dibêje, kevir hemû tên nîşankirin ku di cihê nû de ji nû ve dirust bikin.
Hê berê jî Tirba Zeynel Abîdin û hin berhemên din hatibûn veguhestin.
Karûbarên Avê yê Dewletê di sala 1954an de projeyeke bi navê Santrala Hîdorelktirîk ya Bendava Ilisûyê dirust kir û biryar da ku ev proje di sala 2019an de bi dawî bibe. Heskîf xwedî raboriyeke 12 hezar salan e dê nêzîkî 250 kepel (girik), 50 şikeft û 199 warên niştecihî di binê avê de bimînin digel bi dehan wan mîrateyên çandî û dîrokî jî.
Nûnerê Platforma Komeleyên Sertê û Dildarê Heskîfê Cabar Bariş bestir ji K24ê re gotibû: "Projeyeke wek Heskîfê em bêguneh nabînin. Li wir dîrokek veşartiye, mîratek veşartiye û hestiyên çend hezar salan veşartîne. Dixwazin di şexsê Heskîfê de dîroka Kurd û Kurdistanê di binê avê de bihêlin, bav û kalê mê û paşeroja me bi me bidin jibîrkirin."
S. B