Şahiya Şêx Muazê Cembelî 1400 sal in hîn jî tê kirin

Li Navçeya Farqîna Diyarbekirê, şahiya kevneşopî ya bi navê Serhivdeh bi rê ve diçe. Ji çar aliyên bajarên bakûr û Tirkiyeyê, bi hezaran welatî ji bo şahiya ku 3 roj û 3 şevan didome, li hev û din dicivin û kêf û seyranê dikin; bi zikir û duayan Şêx Muazê Cembelî bi bîr tînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Farqîn

Li Navçeya Farqîna Diyarbekirê, şahiya kevneşopî ya bi navê Serhivdeh bi rê ve diçe. Ji çar aliyên bajarên bakûr û Tirkiyeyê, bi hezaran welatî ji bo şahiya ku 3 roj û 3 şevan didome, li hev û din dicivin û kêf û seyranê dikin; bi zikir û duayan Şêx Muazê Cembelî bi bîr tînin.

Ev der Newala Aliyan e. Di navbera Farqîn, Sason û Pasûrê de cih digire. Wekî bi sedsalan e, îsal jî bi hezaran kes ji bo Şahiya Serhivdehê berê xwe dane vê deverê û 3 roj û 3 şevan kêf û seyranê dikin. Li gorî rîwayetan; ev kêf û seyran û dawet ji bo Şêx Muazê Cembelî ango Muazê kurê Cembelî tê kirin ku di salên 640'an de fermanbarekî Artêşa Îslamê bûye. Xelkê deverê dibêje; Şêx Muazê Cembelî wê demê bi destgirtî bûye û amadekariyên daweta xwe dike. Lê bi rizaya destgirtî û dayîka wî, ji bo ku Farqînê ji destê Bîzansiyan rizgar bike, tê erkdarkirin. Piştî rizgarkirina Farqînê; di vegerê de li gorî salnameya Rûmî di 17'ê Adarê de li vê newalê tê şehîdkirin. Ji wê rojê heta îro ango ev 14 sed sal in; her sal xelkê vê deverê ji bo ku dîlana Şêx Muazê Cembelî ya ku nehatiye kirin bikin, li vê newalê dicivin. Salê 3 rojan li vê dere daweta Şêx Muazê Cembelî ye.

Ji Stenbolê heta Antalyayê, ji Colemergê heta Kurdistanê û Ewropayê; ji çar aliyên welêt, Tirkiye û cîhanê bi hezaran kes tên û di 27, 28 û 29'ê Adarê de 3 roj û 3 şevan li vê newalê kêf û seyranê û dawetê dikin. Di vê şahiyê de bazar jî tê danîn û xelkê ku ji derveyê Diyarbekirê tê, dan û stendina xwe jî li vê bazarê dike.

Di şahiyê de ligel def û govendê; dengêbêjên herêmê jî bi stranên aîdê kevneşopiya Kurdan, reng didin şahiyê.

Li gorî ragihandina xelkê vê deverê beriya ku wesayît kêm bûn, xelk bi hespan dihatin vê newalê. Çalakiyeke kêfa dawetê jî pêşbaziya hespan bû. Niha hesp kêm; wesayît zêde bibin jî pêşbaziya hespan hîn jî tê kirin.

Xelkê deverê dibêje; gelek xort û qîzên li ber zawacê hene ku dixwazin miradê wan hasil bibe jî beşdarî şahiyê dibin. Şeva şahiyê ya dawiyê 29'ê Adarê ye. Ev şev wekî dewrê ango şeva desthineyê tê pîrozkirin. Xelk hineyê wekî hineya bûk û zava çêdike û gelek kes li destên xwe didin. Bi zikirê, li ber erbaneyan, gerandina govendê û stranên dengbêjan şahî bi dawî dibe.