Koko.. Kevintirîn wênegirê Qamişlo

Kevintirîn wênegir li bajarê Qamişlo Koko yê Ermenî, bi temenê 77 salî li nava taxên bajarê Qamişlo digere û ji heyama zêdeyî 60 salî ve wêneyan digre. Koko dibêje ku, ti wênegirên gerok li Qamişlo ji bilî wî û pê ve tune bûn, loma ew ji aliyê xelkên Qamişlo ve bi hemû pêkhateyên wê ve tê naskirin.

K24 – Qamişlo

Koko wênegirê Ermenî ku navê wî yê resen Girîkor Kîvorkyan e, kevintirîn wênegir e li bajarê Qamişlo û di sala 1954 an de dest bi karê wênegiryê kiriye.

15 salan karê wênegiriyê kiriye, li cem du wênegirên wê demê, Karnîk û Arşo û di nav hevalên xwe de baştirîn şagirt bû. Koko di wênegiriyê de zîrek bû, berê xwe da bajarê Helebê û alavên pêwist ji xwe re kirîn û li mala xwe stodyoyek vekir û dest bi karê wênegiriyê kir.

Ji heyama 60 salî ve, Koko rojane li nava taxên Qamişlo û li xwaringeh, gulîstan û pêşengehan digere û wêneyan dikşîne.
Koko wêne ji gelek kesên navdar ji siyasetmadar, hunermend û hozanan re girtine.

Di dawiyê de Koko dibêje ku, du tişt li ber dilê wî şêrîn in û nikare bêyî wan bijî, ew jî kamîra û Qamişlo ne.