Şûnwarnas morekê dibînin ku navê wê di pirtûka pîroz de hatiye

K24- Navenda Nûçeyan

Şûnwarnasên Îsraîlê diyar dikin ku wan morek dîtiye dîroka wê bo 2700 salî pêş zayînê vedgire û di navê wê di pirtûka pîroz de hatiye

Mor biawayekî hêkeyî ye, panahiya wê 13mm, ligel belgeyeke morkirî hatiye dîtin.

Şûnwarnasan diyar kirin ku, ew mora ya şah Hezqeya ye ku navê wî di Tewratê de hatiye.

Temenê wê morê bo 2 hezar û 700 salî pêş zayînê vedigere û li Qudisa kevin hatiye dîtin.

Li ser wê morê rojeke bi bask hatiye nexişandin û li ser hatiye nivîsandin “Şah Hezqeya (kurê) Şah Ahar, şahê Cihûyan.”

Di Tewratê de navê şah Hezqeya bi pesindayînê hatiye behiskirin.

Hezqeya salên 727-689 yên pêş zayînê şahê Cihûyan bû.