Barîna berfê li bilindahiyên Bakurê Kurdistanê dest pê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Pêla barîna berfê li bilindahiyên Wan, Agirî û Erziromê destpê kir. Çûna navçeya Muks a Wanê bi otombîlan zehmet dibe.
Li deverên bilind yên Kurdistanê û herêma Serhedê berf dibare. Riya navçeya Muks û Wanê bo hatûçûna otombîlan zehmet dibe.
Li devera Agirî û Erziromê jî deverên bilind ji berfê spî bûn.
Li navçeya Xoresan a Erziromê pezê gundiyan li ber bahozê ket û li gor agahiyan gelek dewar wenda bûn.
Rêveberiya Keşûhewayê da xuyakirin, tê
çaverêkirin li bajarên Agirî, Erzirom, Qers û Îdirê rewşa hewayê dijwartir bibe û şêniyên deverê jç hişyar kirin.
S. B