Tevî zehmetiya jiyanê Koçer ber bi zozanên Mûşê ve diçin

Jiyana koçerî, tê wateya pez û kon û zozanan. Dema hewa sar dibe û berf hûrik hûrik lê dike vê carê berê xwe didin deşt û dolên germ.
kurdistan24.net

 

K24-Navenda nûçeyan

Koçerên deverên Êlihê bi hatina havînê berê dane zozanên Mûşê. Her çiqas hewa û xwezaya zozanan xweş be jî, zehmetiya jiyana koçeriyê gelek e.

Koçerên ku, zivistana xwe li deşta Êlihê derbas kirine, bi hatina havînê berê xwe dan zozanên Mûşê. Her çiqas hewa û xwezaya zozanan xweş be jî, zehmetiya jiyana koçeriyê jî gelek e.

Bi hatina buharê re koçeran berê xwe dane zozanên bilind, honik. Hin ji wan jî gihîştin Zozanên Mûşê ku pala xwe dane çiyayên Kurtik û Qozmê.

Hewayê hênik û paqij, ava sar û giyayên rengareng. Her çiqas jiyana nav xwezaya tazî xweş be jî, zehmetiya wê jî gelek e.

Ji koçeran Vedat Işik dibêje, Kelûpelên xwe ser pişta keran anîne zozanan û zehmetiyên koçertiyê jî gelek in.

"Dotina pezê karê camêran e. Pezê me geleke. Hêza jinan ewqas nîne. Ev mehek e em hatine vê derê. Em li vê derê 4 malbat in, hemû birayên hev in. Hewayê zozanan honik e, giya heye. Xweşa min diçe."

Rojê du car pez tê dotin. Nêzîkî 2 hezar pez heye û her carê 2 demjimêr û nîv bi ditonê re derbas dibe. Dema dotinê de hemû koçer bi karê dotinê mijûl dibin. Hin amade dikin, hin serê wan digrin û hin jî didoşin.

Koçeran konên xwe li quntara çiyê vedane. Cihê çêrandin û cihê bêriyê ji konan dûr e. Şîrên ku hatine dotin bi keran dibin ber konan da ku li wê derê jin jê penîr çê bikin.

Heyder Işik ku şivan e, dibêje, di Remezanê de hênikbûna zozanan bo wan derfetek baş e. Zêde zehmetî nakêşin.

" Ez şivan im. Şev û roj li ber pezê me.  Piştî demjimêr 12'ê şevê şivan jî pez jî xew dikin, nêzîkî 4 demjimêran bêhna xwe vedidin. Dîsa nîvroyê kêmek dema bêhnvedanê heye.

Koçer jî ji teknolojiya pêşketî sûdwerdigrin. Telefonên modêlên nû bikartînin û kêşeya şarjê jî bi enerjiya tavê çareser kirine.

Jiyana koçerî, tê wateya pez û kon û zozanan. Dema hewa sar dibe û berf hûrik hûrik lê dike vê carê berê xwe didin deşt û dolên germ.