Dodirma Bekdaş a navdar li Sûryê di ber gefa nemanê de ye

Parêzgarê Şamê ji bo diwem car, deriyê firoşgeha Bekdaş bi Mora Sor girt, bi bihaneya ku ew pêbendî paqijiyê nabe, lê dengoyeke heye dibêje, Îran dixwaze wê firoşgehê bikirre, lewra parêzgeha Şamê Mora Sor lê dide

K24 - Navenda Nûçeyan.

Piştî derketina xwepişandanan li Sûriyê di sala 2011an de û zêdebûna bûyerên xwînewî, jiyana abûrî û civakî li Sûriyê rastî gellek dijwariyên mezin hat, di encamê de, hejmarek ji pirojeyên bazirganî rawestiyan û gellek kompanî ji Sûryê derketin, lê firoşgeha Bekdaş ya navdar ji bo çêkirina dondirmaiyê, yek bû ji wan cihên bazirganî yên kêm ku li Şama paytexta Sûryê, karên xwe berdewam kir.

Firoşgeha Bekdaş gellekî kevnare ye, di sala 1885an de, bapîrê Malbata Bekdaş (Mihemed Bekdaş) di navenda Bazara Himêdiyê de, li başûrê Keleha Şamê vekir û heya niha jî ew Malbat xwediya wê firoşgehê ne.

Lê piştî salên dûr û dirêj ji pêşkêşkirina xweştirîn corê dondirmeyê ji xelkê sûriyê re, niha behsa rawestandina karên wê firoşgehê tê kirin û di dema dawî de, parêzgarê Şamê ji bo diwem car, deriyê wê firoşgehê bi Mora Sor girt, bi bihaneya ku ew pêbendî paqijiyê nabe, lê dengoyek heye, dibêje ku Îran dixwaze hemû firoşgehên Bazara Himêdiyê bikirre, ji ber ku mezargehên Şî`î li wê deverê hene û bi girtina firoşgehê ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve, fişarên firotina wê firoşgehê ji bo bazirganên Îranî, li ser malabata Bekdaş zêdetir dibin.

Vê yekê jî dilgiraniyeke mezin ji xelkê Sûriyê bigiştî re çêkiriye, ji ber ku piraniya xelkê Sûriyê ji dondirma Bekdaş xwarine û gellek bîranînên wan bi wê firoşgehê re hene, heya bi geştiyarên ku serdana Şamê kirine, piraniya wan venedigeriyan welatên xwe, berî ku ji dondirmeya Bekdaş ya navdar bixun.

N.O