Li Diyarbekirê tava dijwar ji bo tendirustiyê dibe gef

Li Diyarbekirê bi destpêkirina meha tîrmehê pileyên bilind ên germe jî dest pê kirin ku di nava rojê de pileya germe car caran nêzîkî 50 pileyî dibe. Bijişk derbarê vê rewşê de hişyarî didin ku zarok û pîr di navbera demjimêr 11.00 û 16.00 dernekevin ber tavê.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê bi destpêkirina meha tîrmehê pileyên bilind ên germe jî dest pê kirin ku di nava rojê de pileya germe car caran nêzîkî 50 pileyî dibe. Bijişk derbarê vê rewşê de hişyarî didin ku zarok û pîr di navbera demjimêr 11.00 û 16.00 dernekevin ber tavê.

Li Diyarbekirê germahiya hewayê her ku diçe bilindtir dibe. Bi teybetî bi destpêka meha tîrmehê li Diyarbekirê derketina ber tavê gelek zehmet e. Li gorî daneyên dawî di nava rojê de pileya germe di navbera 40 pile û 50 pileyî de tê guhertin ku ev yek ji aliyê bijişkan ve wek asta xetere tê pênasekirin. Bijişkê hinavî Hasan Tûran dide zanîn ku çend cureyên nexweşiyan bi awayeke zêde ji germahiyê bibandor dibin û divê nexweş hay ji xwe hebin.

Bijişkê Hinavî Hasan Tûran ji K24ê re got: "Bi teybetî kesên ku nexweşiya dil, nexweşiya gurçikan, nexweşiya tansiyonê û nexweşiya diyabete bi wan re hene û zarok û pîr divê xwe ji tava dijwar biparêzin û di navbera demjimêr 11.00 û demjimêr 16.00'ê de dernekevin ber tavê. Divê xwe ji xwê biparêzin û rûnê zeytunê bi kar bînin."

Li Diyarbekirê pileya bilind a germahiyê mirovan neçar dike ku rêbazên hênikbûnê peyda bikin. Zarokên navçeya Sûrê jî bo hênikbûnê berê xwe didin Ava Enzeleyê ku her çiqas qedexe û xeter be jî malbat û zarok bo hênikbûnê xwe diavêjin nav Ava Enzeleyê.

Li Diyarbekirê yek ji rêyên xweparastina ji tava dijwar jî bircên Diyarbekirê yên dîrokî ne ku kesên dixwazin xwe ji tava dijwar biparêzin berê xwe didin dîrokê û diçin ber siya bircên Diyarbekirê yên dîrokî û bircên qedîm ji wan re dibin sîwan.