Bi hatina cejnên sersalê re Qamişlo dixemile

Li seranserî bajarên Rojavayê Kurdistanê şahiyên cejna zayîna Hezretê Mesîh têne lidar xistin, rêwresmên vê cejnê ji êvara 24`ê mehê ve dest pê dikin û bi limêja sibehê û hin rênmayîyên olî cejin di Kenîseyan de bidawî dibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo  

Li seranserî bajarên Rojavayê Kurdistanê şahiyên cejna zayîna Hezretê Mesîh têne lidar xistin, rêwresmên vê cejnê ji êvara 24`ê mehê ve dest pê dikin û bi limêja sibehê û hin rênmayîyên olî cejin di Kenîseyan de bidawî dibe.

Li bajarê Qamişlo jî û piştî van rêwresman xelk dest bi şahiyan dikin, herwiha serdana kesûkarên xwe dikin û roja zayîna Hezretê Îsa li hev pîroz dikin. Xelkên bajêr di vê cejnê de jî hêvî dikin ku aramî di deverê de bimîne û di aştiyê de jiyana xwe derbas bikin.

Ji bo cejna zayînê piraniya tax û kolanên bajarê Qamişlo têne xemilandin û ji ber gelek pêkhate di Qamişlo de dijîn gelek xelkên Kurd jî şahiyê bi vê cejnê dikin. Herwiha serdana dost û hevalên xwe yê Xiristiyan dikin û li ba wan roja zayînê pîroz dikin, ji bilî ku dibe derfetek da malbat demên xweş li kolanên bajêr bi hev re bijîn.

Di 25`ê meha Berçileyê de li seranserî cîhanê şahiyan bi roja zayîna Hezretê Mesîh dikin û tevî rewşa zehmet ya Sûriyê bi giştî û deverên Rojavayê Kurdistanê bi taybet, lê şahiyên vê rojê birêve diçin, xelk jî bi hatina vê rojê hêviyên xwe bi jiyaneke aram ava dikin.