Giştî Jiyaneke ji serî heta binî di nava rengekî reş de

 

K24 – Meletî

Her bajareke Bakurê Kurdistanê  di nava xwe de çîrokeke mexduriyeta Derbeya Leşkerî ya 1980'yê dihewîne. Yek ji van çîrokan a Şeyho Karakoç e ku di derbeyê de hatiye desteserkirin û di zindanê de êşkenceyên giran dîtîye.

Şeyho Karakoç dibêje çi têkiliya wî bi siyasetê re tine bû û ew ne miroveke polîtik bû. Lê wê demê kurdbûn sedemeke rewa bu ku mirov werin girtin û werin êşkencekirin. Şeyho Karakoç her çiqas nexwaze ku wan rojan bi bîr bîne jî bi zehmetî û dilşikestî behsa wan rojan dike. Lê Şeyho Karakoç ji K24ê re got: "Dema em raketîbûn av berdidan bin me, pêlavên me ji me distandin, me didan kehrebê"

Şeyho Karakoç 42 mehan dimîne zindanê de û piştî ku derdikeve biryar dide ku êdî ew ê cil û bergên reş li xwe bike. Ev biryar 32 salan didome û Şeyho Karakoç qet cilên rengîn li xwe nake. Rojekê xeberek tê ku dê berpirsiyarê sereke yê Derbeya Leşkerî ya 1980'yê Kenan Evren were darizandin. Şeyho Karakoç jî dibêje roja ku Kenan Evren derkeve ber dadgehê û kiryarên wî wek tawan werin dîtin ew ê cilên heşîn ku remza azadiyê ye li xwe bike.

Karaoç dibêje jî: "Dema min bihîst ku Kenan Evren derketiye ber dadgehê, min wê rojê biryar da ku gomlekê heşîn li xwe bikim. Ji ber ku heşîn remza azadiyê ye"

Şeyho Karakoç dema ku hatiye dinê dayîka wî wefat kiriye û 2 saliya wî de bavê wî jî çuye rehmetê û ew bê dê û bav mezin bûye. Ji ber êşên giran jiyan li ber dilê wî reş bûye û qet ne zewiciye jî û dibêje wî ti caran ne gotiye kesek bavo û ti caran kesek jî ji wî re ne gotiye bavo. Şeyho Karakoç niha li Stargeha Temendaran a Meletî ye û xizmeke wî jî tine ye ku carcaran serdana wî bike.